ÎNDEX HEJMARÊN KOVARÊ ÇAND Û KULTUR GUND Û BAJAR ABONE Û TÊKILÎ XERÎTE LÎNK Û XET QUNCÊ MÊVANA

Hejmara Bîrnebûnê a 36 derket
Di hejmara kovarê a nû de ev nivîsên li jêr cîh digrin:
  • Bi hêvîya ku kurd ê careka din neyên xapandin!... Ali Çiftçi
  • Nûçe-civak: Golsagê li Baselê şênahîya sersalê pîroz kir Muzaffer Özgür
  • Li Kölnê pêşangeha wênekêş H. Hüseyin Deveci Muzaffer Özguür
  • Pêşmerge, zimannas, dîplomat û konsolos Ahmed Bamernî Amed Tîgrîs
  • Konferenasa zimanê kurdî ya netewî Nuh Ateş
  • Bazirganên dînê Îslama hêja! Hilmî Yeşîltaş
  • Klîbên hunermendên kurdên Anatoliya Navîn Muzaffer Özgür
  • Jinên kurd di serdema osmaniyan de Îkram Oguz
  • Nisti Mem Xelîkan
  • Heyfên Beqan - 1 Uskî Cîmîk
  • Şeva Altilera Ahmed Gezer
  • Helbest: Çi bû! Mem Xelîkan
  • Wê şewê Seyfi Dogan
  • Ez di xwe de girtî me Xizan Şîlan
  • Meteloka Ewra dûrandinê Rebenî Celika
  • Meteloka Perê bûk û xwesîya wê Rebenî Celika
  • Tirba gewr Rebenî Celika
  • Helbestek û wêneyek Rohat Alakom
  • “Başarılan Barış” Michael Feiler
  • Özlem Çekiç: İrfan Baysal
  • Anadolu nereye kadar uzanıyor: Memo Şahin
  • Rengdêr: Amed Tîgrîs

  • Kovara zarokan "KEPIR" êdî li Swêdê derkdikeve

    Kovara zarokan Kepir ku ev serê 4 salan e li Duhokê bi kurmancî bi herfên erebî derdikeve.

    Hejmara wê ya bi herfên latînî bi hevkarîya Weşanên APEC û Spîrêzê li Stockholmê derket.

    Ev hejmara 1. a latînî xwerû bi kurmancî ye. Xwedî : APEC û Spîrêze. Berpirsê kovarê Alî Çîftçî, sernivîser jî Mueyyed Teyib e. Wêne û derhênan: Necmeddîn Bîrî. Kovar nuha 16 rûpel û rengîn e.

    Di vê hejmara latînî de ev babet hene:
    Peyva Kepirê
    Navdarên Kurd: Melayê Cizîrî
    Çîrok: Mar û Rêwî
    Balinde
    Seyr e lê rast e
    Alaya rengîn
    Helbest: Hat roja bûna te
    Helbest: Zimanê kurdî
    Mijûlahîyên Kepirê: Ez kî me? Tîp û peyv
    Pêkenok
    Kulîlkên Kepirê (wêneyên zarokan)

    KEPIR
     

    Pîrozbayiya 10-saliya kovara Bîrnebûnê

    Pîrozbayiya 10-saliya kovara Bîrnebûnê di 29 ê nîsanê, roja yekşemê li paytexta Swêdê, li Stockholmê, di Restauranga Mozaîkê de, şênawîyeka bi xwarin, vexwarin û muzîkê dehsaliya xwe pîroz kir. Ji Swêdê û ji welatên cuda yên Ewropayê; ji Danmark, Almanya, Isviçre, Norvecê û ji welêt jî hin kurd bi taybetî jî kurdên Anatoliyê amadeyî şênawiyê bûn.

    Wekî din nunerên hukumeta Kurdistanê nivîskar, rewşanbîr û siyasetmedarên kurdên li Swêdê jî di þênawiyê de amade bûn.

    Pîrozbayiya 10-saliya Bîrenbûnê bi bejdariya dengbêj û hunermendên ji Anatoliya Navîn: Bayram Özcan, Cengiz Acar û ji gruba wî Yaþar û Serdar, Haymanali Zeliha, Gursel Qemerî û Cejno coþek mezin dan þevê. Ji derweyî hunermendên þevê, ji hunermendên mêvan jî, wek Beyto Can reng dan şênaviyê.

    Di şênawiyê de xelata kurteçîrokan jî hat belav kirin. Herwiha cilûbergên jinanên kurdên Anatoliyê jî hatin nîþandan.

    Şahîya 10-saliya Bîrnebûnê bi bejdariya 400 kesî ku ji her gund û bajarên Anatoliya Navîn hatibûn ve di atmosfereka germ û xweş de heta saet 02.00 an berdewam kir.




    JI WEŞANXANEYA APECÊ PÊNC KITÊBÊN ZAROKAN ÊN NÛ

    Weşanxaneya Apecê pênc kitêbên zarokan ên nû ji swêdî wergerandine kurmancî û kirmanckî (zazakî). Kitêbên rengîn e ku bêhtir ji bo zarokên kreşê ne, bi baldarî hatine wergerandin û bi kalîteyeke baş hatine çapkirin. Em hêvî dikin ku zarokên me yên şêrîn ji kitêbên me yên nû hez bikin. Em dixwazin di derheqa kitêban de çend agahdarîyên kurt bidin zarok û dê û bavan!


    Kreşa Emmayê
    Ev kitêb behsa jîyana Emmayê ya kreşê dike. Emma li kreşê çi dike, hevalên wê kî ne, bêhtir bi kê re dilîze? Ma bi tenê Emma? Na! Bi vê kitêbê hûn ê gelek zarok û mezinên din jî nas bikin.

    Tûte Biçûk e
    Tûte kurekî biçûk û mereqdar e. Ew hemû tiştên ku dike, hîs dike yan jî dibîne terîf dike. Ma hûn dizanin topa Tûteyî GILOVER û kitêba wî PAHN e?
    Emmaya Berevajî
    Emma pirê caran kêfxweş e. Mîna gelek zarokan ew jî carina dixwaze hin tiştên nû biceribîne. Hingê Emma gelek tiştên berevajî dike! Ku hûn Emmaya berevajî meraq dikin vê kitêbê bixwînin!
    Tûte û Malîn
    Keçek û kurek dibin hevalê hev. Navê kurikî Tûte û navê keçikê Malîn e. Ew li hev dinêrin. Hin tiştên wan dişibin hev hin jî naşibin. Zarokno, ku hûn vê kitêbê bixwînin hûn ê ferqa Tûte û Malînê bibînin.
    Tûte bi Pişê re dilîze
    Pişê, pisîka pîrika Tûteyî ye. Tûte û Pişê bi hev re dilîzin. Lê carina hin tiştên Tûte ne bi dilê Pişê ne. Ma hûn dizanin Pişê gava ku aciz dibe çi dike? Lîstokeka pisîkan çi ye gelo? Gelek tişt di vê kitêbê de hene. Bixwînin!

    Kesên ku bixwezin, dikarin li vê edresê kitêban peyda bikin:
    Förlagssystem AB, E-post: order@forlagssystem.se, Tel: +46 8 657 95 00, Fax: + 46 8 65719 95



    Hejmara kovarê a 32ya derket.
    4,47 MB
    4,47 MB


    MEZIN BIKE

    kovara hunerî, çandî û lêkolînî ya kurdên anatoliya navîn