Ap pismam e, xal xwarzê ye.
Aşda di
heri, dingenim di kuti.
Aqil, dijmin
e, ne zanîne ye.
Aqilbend tim mezini ye.
Aqil kemî rê li ber meriyan wenda
dike.
Aqil bi peran nêkirîn.
Aqil bi kovike
ne kirin seri.
Agir şunê
ku ketiyê dişewtîne.
Agirî sor bextê
ronî ye.
Aşê xwari
êrd diheri.
Ava ruyan revîye.
Ardê xwe bêjinkir,
bejinga xwe bi darda kir.
Aqil sivikî
bar giranî ye.
Av li êr ne
kirin.
Ardê xwe
bit kepaka xwe rit.
Anê, ewna
çuyînê tuye teri, tu çima kun bi xwe ra dibi.
Alko malê bi
teva ye.
Agirê bi duyî
aşkere ye.
Arê ardêyê,
ava him dayik e, him bav e.
Agiri sor kesî
naşewtîne.
Ardî malê mede ber bê.
Ava zêlal jina
delal.
Av xwînê dişo,
xwîn xwînê naşo.
Ap li birêz,
xal li xwarzê xwey dike.
Ar ekî sor e.
Ar î dorê xwe
roni dike.
Areki ku sor e, pak û şîr e.
Birnê giran derdê seran.
Berê di pêsîrê xwe ra bigire.
Bextî meriyanî
di destî xwe da ye.
Birinê kêrê
çê dibe ê zimên çê nabe!
Bayî jêrî lê
xistiye.
Berxî çê li
ber kozê aşkere dibe.
Ba şunê te li her derê hebe.
Bûkê zarî û ziman tune, xwesiyê dîn
û îman tune.
Berf li çîyê
bari.
Berx î ku bi
beran be, li ber kozê belî dibe.
Bê heval, bi
rê nekevin.
Berxî nêr bo
kêrê ye.
Bayî jêr lê
têxe
Bizinê ji mîyê
ra got; min ewa te dît.
Bûyê bijêrka
ser sêlê.
Bi testekî du kar ne kirin.
Berve gur ne zirin.
Berî baranê ba ye, berî mirinê ta
ye.
Barî giran para
kera ne.
Bi zikî birçî
nê lîstin.
Bi kevîrî sivik
herkes xwe dimalêşe
Bi çirtkê li
derî xelkê mêxe!
Ba şîrî
xirab nekeve para kesî!
Bermal xwedana
malê ye!
Beranî stewr
li xwe nîne.
Berjêrî tuke
rune, berjur tuke simêl in.
Bûye çoyê dest
dînan.
Bi benî dijmin
ne daketin bîrê.
Bi navranê xwe
pît be!
Berike kune
zikî bîrçî ye.
Berî malê cîran
hilgire.
Bi çavên birçî
zik têr nabe.
Birayî min î
mezin li pêyê min xist
Birayê min î
biçûk li pî min xist.
Ba merî bê text
be, lê ma bêbext nebe!
Bextî reş
meriyan ber nade.
Buxtan teniya bin tevê ye.
Bi guviştinê şîr nê der.
Bûkê bi bext xwedan text e.
Bê himi tunebûn e.
Bivirî te hênî
di goncda ye.
Bê aqilî kurîya
gîrê mezin e.
Bizinê kulek
tim ê çilek e.
Bi beçîyek pirtan
nê bûyîn mêr.
Cîran berî birê ye
Cîranî çê ji birê pêşvatir e
Comardî bi dayînê dibe
Cîran derîyê malê ye
Cîranî mixtacî xwê yê cîrêne
Çilek tu zeman têr nabe
Cîranê xweş şênîya wara ne
Canik û camêr, jin û mer
Can nê şunê, mal tê şunê
Cimatê dînan nabe
Cîranî xîrab merîan xwedan tişt dike
Camerî karê her kesî nîne
Cîran cîranê xwe nas dike
Çi kirîye li deran,
ew tê ber nigan
Cîger nê teslîm
kirin pisikê
Çalî kun pîne
nagirê
Cilê ku li ser
rûnîştî kêr meke
Çav têr nebû,
zik têr nabe
Camêr e, şêrê şêra ne
Çerme sane çerme seane
Dilî fere şewq û çira
Malê bi ga bi
golik nabe
Mala xwe kire
zêr
Pîşta xwe da sêr
Çîva ber gana
Bikute bikute
xwe danena
Dîna, nasbike li şîna
Devî me yî ceribandî
Ji mastî xelkê xwaştir e
Bi benî xelkê xwe bermede bîrê
Heta ku dew newe şîr
Tirk navin eşîr
Î ku dew kayî ê qunê ji bake
Ji qara kete bin bara
Sewê xatira kete tirba gawira
Kerê Alîka dagerîne qalika
Berxê çê li ber kozê belî ye
Karkirê xwe me, şîrinê xelkê me
Kerra bi gu meke
Bûka li ser haspê, kes nizane qismeta kê
Genim kkete çala nare mala
Dengê kûra nare kerra
Ga mir kêrê lê
pir bivin
Kevirî di şuna xwe da giran e
Navî giran e mezelî wêran e
Lawikê malê çû eskerê hat ku kerê berê
Bi çukê mala kuçîkê malane
Ez ne biçukê bira bim, ma kuçîkê heft kerîya bim
Fêda çavekî bi çavekî tune
Sêvê rind para
herçê ye
Qirfê li te bi
berf bin
Jinikê mêra nênikê
mêran e
Mirinê kêr hat
ê berve gur bizire
Zikê têr hale
yê birçî neyê
Zikê ku pîzav
xwarî yê bişewite
Mêrkî li hespî
xelkê ye timî peya ye
Nanê bi nanê ye
Piştê bizinê
xurî a nanî şivên bixwe
Pezê ku jî kerîya
veqetî gurê bixwe
Devî ku xwarî
yê fedî bike.
Keçel bi pereyê
xwe helawê dixwe
Eraban ku karê
xwe nebûn ê hêştira qetran kin
Golikî pîs ê li xwedana vegere
Şorê bi dizikî yê li malê dolê yê
Kuçikî bi zorê bişînî pêz xêre nabe
Di serê xwe bibire di berê xwe nabire
Bi mêr be ji xwe rindtir bi cîran be ji xwe çêtîr
Berê xwangê berva bira berê bira berve gura
Bi vî devî bi vê qunê, herê diziya bizinê
Westîya kir vêsîya xwar
Sêwîya rokê têr xwar, heft cara mala barkir
Kara li şunê bizinê mexelê
Beran bi duw yê xwe naêşe
Serê şikeştî
di bin kumê xwe da
Çavê li derîya,
Xwelî bi serîya
Kurmî darê yî
ji darê
Bihata mîvanekî
bi xêr, vê ra bixwinî têre têr
Xizana bi halê xwe bizana, riza bixwarina
Xizanî nezane
Hespî çê qamçîyê di xwe nagîne
Bîr bi dewla tiji navin
Devî siwêr mêske hespê nalke
Te ku ra girî
te ku ra bihecî
Xalan xelk in,
apan milk in
Relê bukê vi bukê
ra
Nanekê bixwe bi
qînat, bizewice ji dereke bi kok û bi binat
Ji hespê dêhat
li kerê nihişt
Bang kirina xwe
bi gakî, şora xwe bi perakî
Serê xwaş
balgiha nagre
Dîna ne gunê xwedane
xwe gunê
Xelk dewî xwe
yî tirş ji meriya naefşîne
Devî sist derdan kêm nake, devî sistî guhan rehat nihêle.
Derdî dil ne kişandin/Dîl sarî ro tarî.
Di pêş terî gez dike di du tare pîn dike.
Du parsek li derîyêkî nabin.
Dengî dolê ji dûrva xweş te.
Devî tirş zerarê li xwe dike.
Dilî hişt wîjdan teda nabe.
Dayîk tim lawe nînê/Alik tim lawkan nînê.
Dînek kevirekî tevê bîrê çil paqil nikare biderxîne.
Dostî çê serî dide sirê nade.
Dest bi tenî ruy merîyan reş dike.
Di xetir nê birîn /darê gir sîyê xwe fere dibe.
Dostî çê li royê reş aşkare
dibe.
Di kesî megere, ma kes ti te negere.
Dest deste dişo, dest jî ruyen dişo.
Dijmimî darê ji darêyê.
Devî xwe ji hev meke cavên xwe javke.
Dostî çê,merîyan li rê nehîle.
Davî sist hawê nagre.
Dayîkê got: Kane-kaçike go-hane-
Dorê malê pak bigire/dilî germ yar xweş dike.
Dizan ji dizan dizî erd û ezman larizî.
Ê ku serî xwe girê nadî,serî hember rind girê dide.
Esil xirab nabe,hîngiv gênî nabe.
Eslî pak naslî pak.
Ewladî bi xêr milk naxwaze.
Eşq merîyen kor dike.
Ew jinek nine,canikeke.
Agir kirkin germîe pirr kin.
Ewled dara guzêyê,torîn hundirê guzêyê.
Ewrî reş di gurmije.
Êzing nabe text.
Êşe dilan ê xirabe.
Ê ku zu radiba malê xwe bi bereket diba.
Bi vî devî bi vê qunê.
Herê diziya bizinê.
Westî ya kir vêsîya xwar.
Sêvî ya rokê têr xwar heft cara
mala barkir.
Kara li şunê bizinê li mexelê.
Beran bi duw yê xwe naeşe.
Serê şikeştî di bin
kumê xweda.
Çavê li derî ya xweli bi seri ya.
Kurmi darê yî ji darê.
Bihata mîvanekî bi xêr vê ra bixwinî têre têr.
Xizana bi halê xwe bizanîya riza bixwarina.
Xizanî nezane
Hespî çê qamci yê di xwe nagîne.
Bîr bi dewla tiji navin.
Devî sîwer mêske hespê nalke.
Te ku ra girî te ku ra bihecî.
Xalan xelkin apan milkin.
Relê bukê vi bukêra.
Nanekê bixwe bi qinat bizewice ji dereke bi kok û bi binat.
Ji hespê dêhat li kerê nihişt.
Bang kirina xwe bi ga kî şora xwe bi perakî.
Serê xwaş balgiha nagre.
Dîna ne gunê xwedane gunê.
Xelk dewî xwe yî tirş ji meriya naefşîne.
Pezî bê şivan gurê bixwe.
Pela mîne bîrê diza.
Hevalî qirikê yî nûkil bi gûyê.
Heşe tuneyî ê bi meriya ga û golika biçêrînin.
Dizê dizî xwe nas bike.
Gur yarî xwe navê.
Mar bile xwelîyê bi qinat dixwe.
Ma dîna şorek bi ber nekeve kûra kêçek bi dest nekeve.
Li şunê hespa ker nêna girêdayin.
Ker û hesp li cem hev girêdan ê ji hev û du tir û fisa bêvisin.
Bukê zar û ziman tune xwasi yê dîn û îman tune.
Kirasên orispîya si û sê ne a yêkî li xwekke 32 ya
li hevalake.
Dîna bi heft top ber binexmîne perekî xwe yê tim pas be.
Silavê pêde li merheba yê dameweste.
Xîşni ya mêr dî ji ya weris revî.
Destî vesîyê, li ser zikê
birçî.
Kinç şîva hatin, perispanga
vegerandin.
Hespî çê, li ber xwedana ye.
Bîr bi çotê tijî nabin.
Serê xwe şuştê, henîye xwe helmaştê.
Îşkira xwe, şîrîna xelkê.
Zêr wenda kir, di pê morî ket.
Ralê bûkê, bi bûkêre.
Kor bi nefs be, yeka tenê bes e.
Kundirî pîs, dendikên xwe pir in.
Dil hay ji derlingê neye.
Gerî, dirî.
Dew birê mast e.
Ji ruyan heynan, li simbêlan kirin
Badika hesinî, xwe bi xwe pesinî
Xizan halê xwe bizanî, riz a bixware.
Akil pirr sermîyan e, ne karê her
merîya ne.
Berî xwangê berve bira, berî birê berve kevira.
Bi vestîyayî kir, bi vesîyayî xar.
Bikê bi kîzê, li ber cennetê bilîzê.
Bu xerman e, ne bu derman e.
Buka paş perdê, kes nizane nasîbê kê.
Bukê li ser hespê kes nizanê nasîbê kê.
Bûye marê nîv kuştî.
Çavên li deriya, xulî bi seriya.
Çî neçê para keçê.
Cumê xeyî cuyê li henîya xwe xistiyê.
Demika gûla, yeka sosina.
Destê desta bişon, destê çexbin rûya bişon.
Dev tuneyî
Di gunda de mer neman, ji dîkara dibên Abdurahman.
Dilî xwangê bi xwangê bişewtiya çelkê sê(sav)
ne davite ber.
Diza ji diza dizî, erd ezman lêrizî.
Dizî biharê peyîzî li xenê.
Ecer hatin, kevin xelat in.
Erev bi erev ra gotîye magî qûn reşo.
Gewenda têr xwar, yê li dolê xin.
Heştira le pê girêde.
Heyî yî kanî ye, tûne yî genî ye.
Ji qara kete bin bara.
Ji şorê nabêre rev gerek.
Kerê şiv li gu.
Kes ji arê xwaş narive.
Kês nasibî kesî naxe.
Kevir li sêr kevir name.
Kevirî xwê yî giran e.
Kutte bi ta ketiye.
Malî dine li dine bime.
Mar ji punge heznakê, punga li ber poz birûzê.
Memir e memir e hefa tê, mirî şunda kêfa tê.
Mî
bi nigen xwe, bizin bi nigen xwe.
Milê
gu dixwe terawîya nake.
Mîna marî di tur da ye.
Mîna maye(hevîrtirş) mirdesî.
Mirîşkê hek kiriye, qûna dîk dişê.
Miriyê pir şuşti yê tira bikin.
Mîya çê li mexel ê.
Navî bajarî dur, xweş e.
Ne bi malî pir ne bi gerdanî sor.
Nifirê hêrin êzmana, şiva verin xudana.
Palî yê çê berdane cê.
Paşîye şewereşê tim hîverunê.
Pê baranê ga cil dikê.
Quzî avê li rîya avê bişke.
Ro terin, qêda-bela narin.
Sal car nabin yek.
Sere xwe wekê li bextê xwe mêzke.
Serê xweyî şuştîye henayî xwe helmaştîye.
Serra xirxalo bin ra korpolo.
Sevîya rokê xerdîye, 7 cara mal barkiriye.
Teka çalê, rizkî salê.
Şil kir zîya bike.
Şîri da bigrê hetta pîri.
Şorê xeraw ya xudiya ye.
Tu devî ma bûkêy, ez jî yî malê exê.
Vestîya kir, vesîya xar.
Virin, li mala ma jî pir in.
Xalan xelk in apan milk in.
Xelk çû raketine Mest(Mistefa) hatê runiştinê
Xêlk
nenika meriya ye.
Xizana
halî xwe bizaniya riza bixarina.
Xudanê
sebrê bîye mîrê misirê.
(*)
Ev gotinên mezinan ji aliyê Sebiha
Özgür, M. Ş. Dağ, Temeli Bayrak |