|
KLAM
Û STRAN |
| ZERÎYÊ |
Zeriyê
gundê me yek e
Ew
yeka gundda tek e
Ez hatim derî vek e.
Zeriyê
gundê me çar in
Herçar
li mera yar in
Umre xortê me xwar in.
Zeriyê
gundê me şeş in
Her şeş ji hev xweş in
Girêdan şarê reş in.
Her şeş
hevra dimeş in.
|
| DI
CÎ DA |
Ez
bazdidim di cî da
Binî
ningî min xu da
Hun li gewra digerin,
Gewrê wane di xêni da.
Du
zeriyê têne jor da
Çi pençe di nav
por da
Mal û male xorta ye
Dibin bervankê sor da.
|
| DOLABÊ |
Werin
minê vê yekê
Kêlek
dane kêlekê
Pesîra
sor û spî
Sêva
sorê Antalyê.
Kundur
kundurê pîrê
Pîl
avêtî dor bîr ê
Berevkin
lawno bîn in
Kundurî
xwaşe bi sîre
Keqîk
qûne gunîya
Ber
gerîm mîna xwînîya
Keqîk
qûne kivzana
Bergerîm
mîna xizana
Here
dolapê dolapê
Dolapa
darî derê
Lê
ristî purta ka ê
Dolapa
dari merxê
Lê
ristî liva berxê
Dolapa
qastî mastî
Min
dolap xwera xastî
Hey
baran berf û baran
Lê
xistî zengîye sîyaran
Te
ez kuştim, ez helandim
Hay
lê şewtîye va qaran
Ez
jî wera vaz didim
Hûn
keçîk´a naz didin
Ew
çi keçîkê we pîrin
Tev
xortê me baz didin.
Xwe
hildin xwe hilnedin
Şorê
xwe bi kalên medin
Xwe
hinek notle medin
Ba
li ser sîngê wan ramedin
Çi
keçîk e kundur destta
Kundur
destda bişkeşt a
Bavê
bihata lêxist a
Minê
ji xwe ra bixwest a
Senbol
şîrîn şîy e
Têl
hatî nizam çîy e
Ê
dur çun nêzîk hat in
Ji
xwe xaşe jina bîy e
Tenê
narim qirşikan
Dest
navêm wan memîkan
Di
hîz da bune tirşu
Gune
li stuyî keçîkân
|
| MEYREMÊ |
Baranê
çilke çilke
Dîlberê
meyremê
Keçê
rabe dilêm bike
Çav
reşê meyremê
Meyrem
rabe sibeye
Lê
dîlberê meyrem ê
Denge
dîkê kabêy e
Çav
reşê meyrem ê
Baran
barî erd şilkir
Xupik
barî gelt qul kir
Xelkê
cotê xwe ajot
Haso
runîşt xwe cilkir
Cotkar
notle te naw in
Geltê
belek şa naw un
Rîşî
pêda ba naw un
Notle
ardî cê naw un
Tenê
narim qirşikân
Dest
navêm çiçikan
Hawar
lê lê lê
Gune
li stû keçîkan
Tanê
narim gunîy a
Dest
navêm gulîy a
Havar
lê lê lê
Gune
li stuyî zerîy a
Tanê
narim avê
Dest
navêm navê
Havar
lê lê lê
Gune
li stû bavê
|
| KOŞKARO |
Koþkaro
ha koþkaro
Digere
ar bi aro
Were
mala xwe rune
Çuka
gundê bêyaro
Bazdin
ba sol bidirin
Koþkar
li gundan pirin
Çavê
xortan birijin
Keçikan
ra nakirin
|
| ERÊ
MîRO |
Serê
mîrê mala bavê min qumaş e
Elê
Birê, bi Elê Ome va eynan kirne telaşe
Mîrê
malê bavê minî ku hun diwenî
Bi
Hecî Mûsê re dîn qardaşe
Erê
Mîro, erê Mîro
Surfe
giran e qawa tîro
Mîrê
malê bavê minî ku hûn diwêne
Sed
sal here mirnê xwe temel nare ji bîra
Mîrê
malê bavê minî kinike
Rizê
distîne bi kîlê
Qawe
dikelîne dike rike
Mîrê
malê bavê minî ku hûn diwêne
Şerbeta
malê Mehmedê Xellê lê bû mitike
Erê
Mîro, erê Mîro
Surfe
giran e qawe tîro
Li
ber kanî paş de bîro
Mîrê
malê bavê minî ku hûn diwêne
Him
axayî him weziro
Mîrê
mer din Mîrê mer din
E
pîştê tereblûse bi navê xwe din
Di
serde rişîyo berdin
Mîrê
malê bavê minî ku hûn diwêne
Na
so dezindiyo di nav hîlodo herre
Enişîtyo
malê bavê min ji hevre heldin.
Gordoxli
|
| ŞIVANO |
Lê
lê de min go komê şivanê li neqew ê
An
anê di dorre çerx diwime mîna kewê
De
min go heta ku yalan dûne xweş digerim
Ji
te bîttir kesê di nav memikê xweyî gewrê
ser
de nakime xewê
De
here loy loy lo şivano canê ablê biçûk qurbano
De
min go an anê pezê şivên pezê qar e
Dê
qurbanê min dutîyê bi tasa zer e
Ê
ne min go lo hevalno loma mekin
De
min go ez çir bikim va qeder e
De
here loy loy lo şivano canê ablê biçûk qurbano
De
min go pezê şivên pezê zayî ye
Ne
min go te rêşkir min av dayî ye
De
min go lo hevalno loma mekin
De
min go ez çir bikim vî şivanî
De
here loy loy lo şivano canê ablê bîçûk qurbano
Ananê
de min go koma şivên ji malan wê da
Ananê
de min go berf û baranê kete vir lêda
Ê
de etê malik şewitê
Na
şivanê vî ser pê bû bele vêda
De
here loy loy lo şivano canê ablê bîçûk qurbano
Lê
lê de min go pezê şivên pezê qicix e
Şivanê
hatê ber me da tarla qilçix e
Ê
di naberê dilê min te da înşalla serê pêçî wan îlancix
e
De
here loy loy lo şivano canê ablê bîçûk qurbano
Ananê
de min go serê min têşe diwêm can e
Dilem
dieşe diwem tan e
Dixtûrê
Konyê Hakîme Enqerê
Ê
dixtûr hakim nafîle ye
Destê
şivanê malê bavêm dermanê xwe ye
Ê
de were loy loy lo şivano canê ablê biçûk qurbano
|
| BIRTÊ
(BERTÎ) |
Birtê
birtê qurban Birtê
Xort
malê kûmê min ra birtî
Ew
çi sal bû min dilkî xwe girt
Kût
orispêj dest min girtê
Lê
lê de min go vê pîrikê ez xapandim
Tû
qaw qacax nîştin bi min xoşandin
Malê
Kût orispê ar vêkeve
Zîn
zenge min şidandin
Lê
lê de min go jêlda hatê xwe lê bakir
Dûmanê
cixalê li xwe belav kir
Xelke
go çî torê berduş e
Di
qelbê xwe de sîûsê cara maşelle kir
Lê
lê de min go baran barî erd mişmişî
Canî
tor bû ning terişî
Xelke
go çî turrî berduş e
De
min go merkî cahîl bû di xwe qerişî
De
min go baran barî erd şil kir
Hoste
rabû yapi çêkir
Xelkê
ji min ra qala dil kir
Min
di vir de cîger kûl kir
De
min go here bavo here bavo
Qelbe
min lê bî xûna ava
De
min go ez nedame lawkî bi dilo
Dane
Bekê Osê yê dev kilavo
De
min go xûde gundê me Mil Omer ê
Kevire
ber camîye me mermer e
Qe
tû sebaba dilê min te tûnebû
Sebaba
dilê min te Kor Omer e
Lê
lê min go hîvî ron e weke çira
Rahêla
lawkê xwe ketim jê ra kilam sitra
Ez
hatime dawîya gundê Ome şewitî
Wî
go xongê min go bira
Lê
lê de min go wextêk çîyakê ser min çîyakî pûşe
Terzeyo
li ser rê xûş e xûş e
De
min go ê yarê xwe nasneke
Ji
Gundê Ome xarzî Mistefa Çavuş e
Lê
lê de min go li pê birê li pê birê
Gelan
gîdan li min re dibire
Ê
ku bi dilê xwe zewicinê
Mîna
zerkê qilê kîrê li paşilê
Lê
lê de min go ava bîro germo kelî
Lê
peya bû hezret Elî
Wextek
dile min kete vî kalî
De
go here ma sevda min te bime dûnya wî alî
De
min go berê malê me oy erd e
Cilekê
dînim tû xwe bi ser de
Wextak
merê kotî hatî kelemîj bû
Eza
bem tu deng meke min ra berde
De
min go meke meke lawko meke
Pezê
xwe wûni li ser sîngê min mexel ke
Cotê
memik zozikê min were teve hev ke
Herçar
malê di kortê da
Ma
lê hata bi ortê da
Kî
naberê dilê min û te keto
Ma
ningê wan bîşkeşto di hortê da
Hîveron
e weke çira
Rahêla
lawke xwe ketim jê re kilam sitra
Ez
hatim dîyarî gundê me yê hesûd û mesûd ketim
Ez
bi te re bûme xang û bira
Kûndirîyê
Kûndirîyê
Kêlo
xweyî dayî sedûsî ye
Ma
xûde dil mirade min-te bikira
Min
bigoto Arîf e birangê teyî ramedîye li hepisxana Engûrû ye
Berdêla
min dil gawir bû
Li
re heft cara sere xwe qare min ra li ber nenikê giredaye
We
pîrikê ez xapandim
Tû
qaw qacax nîştin min xoşandin
Ê
ku çavê xwe çave min açixtir
Kezeva
lawik şidandin
|
| FAT
QULOTÊ |
Hewîr
mayê lê
Di
teştêda lê
Bûkê
mayê lê lê
Paş
perdê da lê lê
Zawa
mayê lê
Di
xewnêda lê
Hespî
mayê lê lê
Di
terlêda lê lê
Hîlbad
hîlba lê
Fat
Qûlotê lê
Çîma
tu natî kurbî kurbî
Bi
eynatê lê lê
Çima
tu natî lê lê lê
Bi
eynatê lê lê
Malê
hana lê
Malê
menê lê
Ji
wana hûwa lê lê
Mal
tûnene lê lê
Ma
kes xwe ser kesî ra nepesinê lê
Ji
Fatom bîttir lê
Rind
tinene lê lê
Hîlbad
hîlba lê
Fat
Qûlotê lê
Çîma
natî lê lê
Bi
eynatê lê lê
Baran
barî lê
Li,
herde ket lê
Sevda
me ho lê lê
Bi
dûne ket lê
Eşqa
me oy lê lê
Bi
dûne ket lê
Wextak
Fatika min
Heynan
birin lê
Silê
Cutkî lê lê
Bi
çolê ket lê
Hîlbad
tuwe lê
Fat
Qûlotê lê lê
Çîma
natî lê lê lê
Bi
eynatê lê lê
|
| GUNDÊ
ME |
Gundê
me devî newalê
Ez
derketim hêşiya malê
Herkî
çavî min li bejnê te ket
Min
zor dayî ser cixalê
Rêye
Polatliê, rêke duz e
Lê
dibare berf û buz e
Ekî
yarê xwe jî qîz e
Heta
sibê pê dilîze
Erê
bavo erê bavo
Qelingê
min li te xwîn û avo
Te
ez nedam xortî bejn ziravo
Te
ez dayim kalî qumqumî dev kulava
Erê
dayîk, te yê nezanê
Tu
kor bibe her du çavanê
Tu
kût bibê du junîyanê
Te
ez nedam xortî bejn ziravo
Te
ez dayim kerî bêr malênê
|
| LI
SER KAMÎL |
|
Zîya
Zîya Kamîl Zîya
Dîya
te nemir ne pêqîya
Bûm dêlgura
serî çîya
Dahişt
kerîye Çîmenliya
Hespî
Kamîlî min rewan e
Tel
û bûjî girêdane
Mal
şewîtyê carê derê
Hespî
wa ye, ka Xûdanê
Çîman
|
| XELO |
Lawo
lawo Xelo lawo
Dîwar
bi ser de xalîya wo
Ela
Musê ji bin revîya wo
Xelê
min di binde ma wo
Neqaret(rewan)
Ewrekî
reş î tarî
Ne
girmişî ne jî barî
Xelî
min tu derde xwe tunevun
Xelê
min kuştin ji necarî
Li
bana xelo li bana
Kerî
yê Şukirê neman hatin dana
Kerî
yê Xel î min di fêzeda mana
Dakê
xwe qurban xuna
Meyî
li dev û dirana
|
| ŞIVANO |
Serî
min diêşe nizam janê
Dili
min diêşe nizam ta nê
Bijeşk
doktor nafîleye
Destî
şivanî, xelkê bû dermanê
Serî
dişom bi ave gille
Gul
berdane dorê milê
Şivanîye
meke tu ye ker be
Heştiran
mekşîne tu ye şevder be
Ser
dili minda hespê kî xwe bikire
Kumandanê
serleşker be
ji
gundê Xelîkan nabim
Ez
bûm berfa serî çîya
Ro
bilind bû gîşt helîya
Rindê
destî min bigirê
|
| KLAMA
HUSEYENÎ |
Çavê
belek dikîn henga
Xwe
heqandî tima şengê
Piyê
qulot, bazin tengê
Lêv
helîsê, xwaş e dengê
Keçik
delal xastî çewî
Ser
kanîye bêxut payî
Kulîlkê
sor jîyan dayî
Çavê
xestek li du mayî
Çav
dikenin dilî zîz e
Ser
govendê xwaş dilîze
Baran
barî çilk erdê ket
Dengê
defê bi ser gund ket
Tûr/Sîna
Şuşê-Yunak
|
| AMAN
LO |
Hîv
helatîyê çî ya bilind e
Şewqa
xwe da bejna rind e
Her
ku çavê min li bejna te ket
Ezî
dînik bu me li nava gund e
Aman
Elo aman Elo
Bejna
zirav dîragê kela
Porê
pirî li te bu bela
Xwedê
emrekî pir bi min te da
Min
bikişanda tela bi tela
(neqarat)
Ezo
bi teva ezo bi teva
Nifira
bikinî dê û bava
Destê
xwe di destê min ke
Ma
kûr biwin ji her du çava
Cindî
cindî Elo cindî
Av
li porê zer cemidî
Elo
gidî Elo gidî
Av
li porê zer cemidî
Xelikê
Jêr
|
| BENDÊ
DILÊ MIN QETÎYA |
|
Çîyayên
bilind bê dar nabin
Nawalên
kûr, bê av nabin
Keçê
destî min bigire
Tu
dizane, bê te nabim
Ez
derketim serî gira
Min
bang dikir bav û bira
Rindê
çavê te newînîn
Pişta
min xistin, bi kevira
|
| AF |
Şev
e şev e Efo şev e
Ma
bayî berbangê li te nekeve
Ar
di mala hekîm keve
Go
efê bi çuk e li te nakeve
Ezo
bi teva ezo bi teva
Kanî
ya gundê me mermer e
Ef
çî ya rind e tere sere
Bejna
Efê dara ter e
Wirda
wêda werdigere
Xelikê
Jêr
|
| SÎNA
ŞUŞÊ |
Li
Haymanê Canimanê
Keçik
revand Kurdîstanê
Dilî
êvîn hîro şabû
Rikê
neçê orte rabû
Gupê
xwe sor, çavê xwaş kil
Bijang
bûn tîr, avet ser dil
Porî
zêrî, sipîye can
Hevalê
wen bihuştê man
Bejnê
dirêj, xotê fere
Can
kalûgevr, bîn biharê
Rindê
delal, tim êvîn xast
Tilîye
zirav bedewîm dest
Pirtûk
xwand, pelik vekir
Porî
zêrî, tilya şehkir
Pirê
cindî şox û şengê
Klam
gotî xweş e dengê
Bejnê
çeleng pirr olfazê
Pil
vemaşîn dotî pezê...
Tûr/Sîna
Şuşê-Yunak
|