INDEX HEJMARÊN KOVARÊ ÇAND Û KULTUR GUND Û BAJAR ABONE Û TÊKILÎ XERÎTE LÎNK Û XET QUNCÊ MÊVANA
 
HENEK
Qelind
Jordan

Malbatek dike lawê xwe (Miço) bizewicîne, di gund de jê re qîzekê dibînin. Lê, dayîka keçikê li wan re dibêje qewlên min hene. Şertên xwe jî; yarek rûn û yarek peynir e. Lêbelê de tû were wê çaxê, yarek rûn pir bi qîmmet bûye. Yarek penir zû peyda dikin, yarê rûn ra jî çareyekî wiha dibînin; nivê yarê bi çamûrê tijî dikin, serî yê wê jî bi rûn por dikin û dibin didin diya keçikê. Bi vî awayî daweta xwe dikin û bûkê tînin malê.

Roj derbas dibin, hefte derbas dibin, vê carê pismamê Miço dike daweta xwe buwe. Bayraxê dardixin, bi du-sê roja şûnda ca mêze dikin ku jinek jêlva têye qîreqîra wê ye; li juniyên xwe dixîye, porê xwe diçurikinîye.
Pismamê wî lêre dibê: Lo Miço, ca bindire, ev jina ku jêlva tê ne xasûya te ye? Miço dibê: Way limin bavo, ew gêştiye çamûrê, ez birevim.

Telefonê Qêdir
Millê Xelikî


Qadir saf, Mille jî pir bi henek e. Rokê Qadir tere ba Mille. Mille dibê: Qadir ezî herme derekê weng telefon tên mêske. Mille tere ba cîranekî xwe û telefon dike ji Qadir ra.
Dibê: Tu kî yî, Mille heye? Qadir dibê: Na Mille tune ye, ew jî hîn nû derket, tu kî yî? Mille xwe ji wa derna nakê, dibê: Ez Elik im, ji Ewropê da telefon dikime, tu kî bûyî? Qadir dibê: Oooo Ela tu yî? Tu çi dikî? Başî? Ez Qadir im. Mille ji mêle Elikê da lê dipirse dibê: Mille ji min ra slav ke û xatirê xwe dixazê. Paşê Mille te û dibê: Qadir te çi kir, çi nekir? Qadir dibê: Mille, tu çing çuyî Elikê telefon kir. Mille dibê: Na lo, Elika çî ye, qêy te rind nasnekirîyê! Elik li Ewropê bû û tim alqohol vedixwarîbû. Qadir tewê: Tu dînî! Ez Elikê nasnakime! Bîhna reqîyê jî li dev dihat.

Şahîdbûna Ehmed
Millê Xelikî

Zevî hîşk dikin, genim û ce hiltînin, li şûnê sap dimê. Ji sap jî lodên kayê çê dikin. Ehmet, Hecî û Hemol terin ji lodekê, kayê didizin. Vana erebeyên xwe yên remorq tijî ka dikin terin. Lê xwedanê têrle vana dibîne û dide mehkemê (dadgehê). Lê, xwedanê têrle ji Ehmed re dibê, eger tu li ser vana li mehkemê şahîdiyê bikî, ez ê te efkim. Ehmed qebûl dike. Jenderme tên Hecî û Hemol dibin û mehkeme destpêdike.
Hekîm ji Ehmed pirs dike,-„Te dî kû vana ka dizî." Ehmed dibê: Erê min bi çavê xwe dî ku wana ka bir.Hekîm dîsa pirs dike:
-Ehmed! Li wê demê te çi dikir li wir? Ehmed serê xwe heydine ji xwe emîn:
-Qe min jî erebek ka biribû.
Li ser vê gotinê, hekîm her sisîyan jî dişîne hepsê.

Te bixwe jî kir, te bi mêjî kir
Jordan


Wek tê zanîn li biharê hemû gundî haywanên xwe dibin zozanan. Hatina biharê jî bi gulîlkan û bi çûçikan ve tê nîşan kirin

Rokê mêrê malê radibe dibînê ku bilbilên biharê hatine, dikine vîçe vîç. Zarokên xwe re dibê; de rabin destpêka biharê ye. Pêz buwin zozanan. Lê heftek, du hefte derbas nabin, berfek pir dibare. Hemû pez qir û wenda dibin. Û zarok li dû pêz digerin. Li wan yek dibînê ku çûçikek (bilbilê) biharê li ber qulê ciyê xwe can daye. Ew bilbilê ji herdê radike û mûyên wê dirûçkîne û bi hêrs wiha dibê;

Bilê, bilê min di ....... nê, te bi xwe jî kir, te bi me jî kir.

 
kovara hunerî, çandî û lêkolînî ya kurdên anatoliya navîn