INDEX HEJMARÊN KOVARÊ ÇAND Û KULTUR GUND Û BAJAR ABONE Û TÊKILÎ XERÎTE LÎNK Û XET QUNCÊ MÊVANA
ÇÎROK
Çîroka gurî*
Curukî

Guri çûye hinde hut
Ti û birçî canî rut
Serhevra bû ye bulut
Li mil jêke çerm û purt
Çû hut ra bû bişqorî
Hut xizan kirin gorî
Tim waja kirin berî
Gundî rabûye serî
Hut guri va girtin bahs
Cot ajotî bi hewes
Hut mîlên jêkir kiras
Beder berba-ka badas
Lo kî li kê suhatî
Mil jekîn çerm û tatî
Ketî bejne qenc petî
Kî çûye ew nehatî

Lo gurî cot hûr bajo
Hedî here kûr bajo
Tajiyê min ku mexel hatî
Dîsa here wir bajo
Berf barî xwe cil meke
Diranî xwe zîl meke
Beroşê mast qul meke
Kîpikê kûz şil meke..

Guri sevi bê xadî
Şarên hut kirîn kedî
Dinye walî tişt nedî
Neynîkê datim xwe dî

Ga ajotin çûye cot
Xwari parî mast û mot
Şerjekir sor, goşt firot
Ar berada canî hut
Tajî ser zinar mexel
Li soq xistî çoy zoxal
Avetî navqirş û qal
Gayî reş hîlla, hatî mal

Gurî gurîye hune kê
Bazdayî ser stune kê
Stun lerzî, lekîya
Gurî serra pêkîya

Gurî sivîk bêbarê
Jinê hutik guharê
Lo hilato zu warê
Finc Firotî du serê
Lo huto tu suhatî
Ew derav‚a kê gotî
Ta girtî zikda petî
Tirse gurî dil qotî

Jinîk hilgirt hut revî
Çihiştî mal û zevî
Ling dawistî serkevî
Şun ê lêda nehewî.....

Xizan revî rast û çe
Eşîn diran perçê gep
Lingê westî rep û tep
Gurî sîngê xistî lep

Va camer‚a gurîye
Welat welat gerîye
Pirr dîye, têr dirîye
Kûlê dinya ra nêrîye.

* Va çîroka bi awayê lîrîk hatiyê nivîsandin

Bi dergîstîbûna Guldil
Yusuf Yeşilöz

Guldil lawikê jina Mixtêrê duwemin bû, jina wî yê siftê, li ber bêriyê, rojê li serî xistîbû û çûbû rehmetê. Qet ku tunebûn, panzdeh zarokên Mixtar Selo, ji du jinan hebûn. Umrê lawê wî Guldil li dora bîst salan bû û ew xortekî bi dest û pê bû. Bejna wi ya dirêj, simbelên wî yên pan, çavên wi yên reş li doralî bi deng û nam bûn. Li wê biharê ew bi dergistî kirîbûn. Ji bo ku dergistiya wî keça mixtarê gundekî bû, tiştêk ku qîmeta wê bilind dikir, gûstirkên wan ji serrafê bajarê Enqere hatibûn şandin.

Guldil li kêleka Gola Xwê li ber pêz bû, wexta ku xebera dergistîbûnê ji aliyê pismamê wî Bilo, li ser kera boz, jê re hat, li wî cîh Guldil beranekî çê serjêkir û goşt bi Bilo ve tevhev li şivanên doralî belav kirin. Paşê, çend roja bi şûnda Guldil ji hevalên xwe re gotîbû; "Wexta ku min bîhist ku ez bi keçika mixtarê Kolitan re bi dergîstî bûme, min ji qulaxakî (girav) li kêleka gola xwê bazda ser qulaxakî." Şerbeta Guldil vexwarîbûn, çend roja jê re şênayî kirin bi dahol û zirnê, heta ji gundên kurdên li nêzikî Enqerê xort hatibûn û rêz bi rêz govend kişandibûn. Dawet hevqes bi nam buye ku li serê dinî dinyayê xebera millet jê bûye. Ji xwîna pezên ku hatibûn serjêkirin, li ber mala Selo çem hatibûn çêkirin, çalên rîsini tiji bulgur, biroşên baxir tiji xoşafa çîra hatibûn kelandin. Şerbet, çay û çeqilmast mîna ava kaniyê hatibû belav kirin. Heta ji Îneviyê jî qeymaqamê serkeçel, bi jina xwe ya virek va hatibûn û heta ku koran hatibû xwendin, li mala Selo runiştîbûn.

Selo hesab û kitebên xwe kirîbûn û dixwast daweta Guldil wê peyîzê bike. Haziriya xwe giştik kirîbûn. Lê wek tê gotin, roj herdem nayê der, pîlana Selo kete avê. Ew çawa bû, ez ji we re bêjim: Li gundê Selo mizgeft (camî) tunebû. Ji bo wê yekê ev gund herdem ji alî herkesi ve dihat rexnekirin. Li her îdê gundiyên Selo diçûn Tuzlayê û nimêja xwe ya beyramê li mizgefta vir dikirin. Li wê îdê Selo xwastiye bi tene bi lawikê xwe yî ku nû bi dergistî kirî û bi motorê xwe yî ku wê salê şandibû biçe mizgeftê. Ew herdu tişt, lawikê dergîstî û motorê Fordson, hingê ne hindik bûn. Selo kirîbû serê xwe, wan herdû tiştan bi xelk û elemê nîşan bide. Wekî din jî wî bi xwe nedikarî motorê bajo, çuyina Guldil yek jî ji bo wê bû. Di nav toz û dûman de ew gihiştin Tuzlayê, motora xwe, di bin çavê meraqlî de, li ber mizgeftê cihiştin û ketin hewşa mizgeftê ku mêran lê abdest dikirin. Guldil di jiyana xwe de qet hundirê mizgeftê nedîtîbû û nedizanî abdestê heyna û nimêj bike. Hin mêra jê pirsin, ka çima Guldil abdestê heynane, lê heta ku Guldil bi xwe bersivekê bide, bavê wî got ku Guldil îro sibêzû li mal abdesta xwe heynaye ji vê vir de ew neçûye ber destan. Wek Selo ji wî re gotîbû, Guldil di mizgeftê de li paş wî rûnişt, rabû ser xwe, wexta ku Selo rabû û rûnişt, wexta ku Selo rûnişt, koran ji bê deng di hundirê xwe de xwand, lê ya rastî, di hundirê xwe de kire pistê pist. Kes lê neçû ferqiyê ku Guldil, roniya çavê Selo, nimêj û abdest nedizanî...

Lê Xwedê nîne serê kesî, wexta ku Guldil rabû û rûnişt bi deng ba vi ber wî ket (tir kir). Hingê çavê mêrên di mizgeftê de gihiştek çûn ser wî û bavê wî, rûyê herduyan jî sor bûn mîna xwîna peza qurbanê. Lê Selo û Guldil xwe ji wa derna nekirin, nimêja xwe birin serî, li dawiyê jî, beyrema xelkê pîroz kirin. (Lê îmamê rû pîj destê xwe neda Guldil, ji bo ku wî li mizgeftê, li mala xwedê, ba vi ber xwe xistî bû; ew îro meseleyeka din e.) Piştî beyremê Selo li motorê siwar bû, nexwast bi mêran re li mala mêrikekî ji Tuzlayê şîvê bixwe û yekser ajote gundê xwe. Wan bawer kirîbûn ku kes li tira Guldil nehevse. Li gund ji wan pirskirin, ji bo çi ew hewqas zû hatine, mêrên din hîn li mizgeftê ne, bersiva Selo kut û xweş bû: "Motorê minî nû ye, lawikî minî mîna dara hinarê ye, min nexwest ku çav, nazar, lêxin." Herkes mijul bû bi serjekirina qurbanê, xelkê îda hevdu pîroz dikir, şan û şênayî bû. Lê mixabin wexta ku mêrê din ji Tuzlayê hatin gihiştin gund, xebera tira Guldil li mizgeftê, li mala xwedê, li rojakê mubarek, mîna brûskekê li nav gund xist. Jin û mêr li ber xaniyê xwe sekinîn û bi dengê herî bilind bang hevdu dikirin ka la[ka hela] xebera wan ji tira Guldil heye. Teyr jî li nav gund pît difirîn, merî bigota wan ji bihistîye ku Guldil li mizgeftê tir kiriye. Nexwaş û evîndarê gund wê demê derdê xwe bîrkirin, birçîyan birçîbûna xwe, zarokan cilên ku li îdê jê re nehatin şandin, mîhê ku ji bo serjêkirinê ning girêdan jî hêdî nekiribûn qîraqîr. Jina Selo ketîbû xemgîniyeke giran. Merî bigota xweliya dinê gihiştek bi ser vê de hatiye. Lê Selo wusa xuya dibû ku ew qet bi xwe da neketiye û wî mîha ku serjêkirî post dikir, gelek zarokan jî, li dora wî xwîna mî di heniya xwe didan. Lê kêfa Selo ji revî wexta ku di nav toz û dûman de motorek li riya gundê ku dergîsta Guldil lê dijî xuya bû. Xelkê bi çavên tijî pirs li hevdu mêze dikirin, ka ew motora bi xwe re çi dîne. Wexta ku motor nezik bû hate dîtin ku sê xort li ser wî ne û raste rast ajotin ber mala Selo. Wan motor bi hêrs frên kirin, yekî ji wan çikinêk di dest de bû û ew dîrek avete ser jina Selo û bi dengekî tîz jî got: "Xalê min got, ez keçika xwe ku min bi rûn û hingiv mezin kirî nadim Guldilê ku li mala Xwedê tir dike, ew çikina we ye." Motor bi wî hêrsî jî di nav toz û dûmanê de wenda bû. Li mala Selo bibû şîn û matem, jina Selo bîr ve çûbû, Selo serê xwe kirî erdê, bi tenê tutûn dipêça û dikşand. Jin û mêrê gund çûn ser Guldil ku xwe di axir de veşartibû û jê loma dikirin. Hena digot, "tu kor î" hena jî digot, "te nedikarî pênc deqqa sebir bikî û tira xwe di qûna xwe de bihêlî." Guldilê bê çare mayî, mêze kir ku xelk wî rehet nahêle, rabû ser xwe û got. "Ez çawa bikim, ba yekcar hat! Xelk gihiştik tir dikin, çima ya min bû sedema dergîstiya min a delal!"

Winterthur, 12.04.2000

Gulîzer
Ji devê Ehmedê Elê (AHMED KISABACAK)

Çi hewîye, çi tunewûye li gundekî malek hewûye. Keçik û lawikekî xwe hewûye. Navê keçikê Gûlîzer wûye. Ew rinda dûnê wûye. Dil û çavên xort û kalan li wê wûye.

Dayk û bavê Gûlîzerê rojekê qirar didin ku herin hec. Ew dixwazin ku kurikên xwe jî bi xwe ra bevin. Terin bal xoceyê gund pê dişiwêrin. Xocê tewê, "Lêwik bi xwe re pevin, lê keçikê mevin. Hec li wê nakeve. Merak mekin, ezê destê xwe bi ser ra bigrim".

Dayk-bavê Gûlîzerê bu gura xoce dikin, terin hec û Gûlîzerê li mal bi tenê dihêlin. Gûlîzer ti nêt û fêlên xoce tîne derê. Xwe ji xoce diparêze. Deroyê malê qeym tigre, kevirê destêr tede paş dêrî. Xoce çend caran tê deriyê Gûlîzerê tixe, tewê "dêrî veke, dayk-bavê te, tu teslîmî min kirin". Gûlîzer dêrî venake, tewê: "Tu îxtîyacê min tunin".

Jina xoce jî hay ji nêta mêrê xwe hewû. Wê jî alî xoce dikir. Xoce rojekê jina xwe ra tewê: "Cikê tu here, belkî li ber te dêrî veke!".

Jinik tere, li dêrî tixe, li ber digere, lê Gûlîzer dîsa dêrî venake.

Xoce û jina wî dest bi fenan tikin. Xoce tere tolika xwe ya ji gund dûr. Jina wî tere ber derîyê Gulîzerê, bang dike. Tewê: "Gûlîzer dêrî veke, dayk û bavê te li rê ne, were em berve wan herin!". Gûlîzer bi xewe ra hatina dayk-û bavê xwe şaş dike, dêrî vedike. Ew kincê ecer li xwe dike, xwe çê dike.

Gûlîzer bi jinika xoce ra pir terin, hendik terin, tên ber tolika (holik) xoce. Xoce xwe di tolikê veşartiwû. Jinika xoce tewê. "Gûlîzer dayk-û bavê te di vir da ne". Gûlîzer dikeve tolikê. Jina xoce, cîlê dêrî li ser digre. Xoce tê ber Gûlîzerê, tewê: "Tu ya bi min ra biwî yek! Ku te nekir, ezê ji te ra nusqa çêkim, tu ya kor biwî". Gûlîzer bi çavekî pir neçê mêze kir û got: "Ku newû derew tu xoce yî! Ne dayk û bavê min bi te ra îna kirin, seva ku tu vê li min bikî". Wê tu kire ser çavên xoce. " Çavên mim li te ye. Ez sewa te zuwa ye dişewitim. Te hêş û meş li serê mim nehiştin". Xoce got.

Gûlîzer mêze dike ku ewê di tengiyê da ye û nêta xoce xeraw be. Tewê: "Qewlekî min heye ku te kir, ezê bi te ra bibim yek. Tê misadê bidî min ez sêriyê te bişom, paşê ez ya te me". Xoce dil dike. Gûlîzer biroşek av germ dike. Tenik ji wê bi ava sar va tev hew dike, li ser serê xoce dike. Paşê serê wî bi hef qalib sabûn tişo. Xoce şav ji ber kef û şevata sabûnê girtiwûn. Gûlîzerê tokacê kinca hayna, pê li serî xoce xist. Xoce gêr bû, birva çû. Gûlîzer tireve here mal.

Xoce ku bi şuva tê xwe, titirse, tewê:"Ezê niha ji dayk-bavê Gûlîzerê re bêm çi?"

Ratewe, ji wana ra nameyekê tişîne. Tewê:"Keçika we neçê bû, ew bi xortan ra ye. Hin ku hun ji hec nehatine, vê lekê pak bikin....".

Dayk û-bavê Gûlîzerê, wexta ku vê yekê tibîhisin, pê pir diêşin, mîna ku tewên, pê dîn tewin. Bav bangê lawikê xwe dike, tewê: "Tu di ber me here, xwenga xwe bikuje, kirasê wê yê bi xwîn ji me re wûne".

Lawik dikeve rê, tê mala bavê. Çend rojan li dorpaş malê digere, çav lê digerîne ka kesek terê mala wan. Ne kesek tere mala wan, ne jî kesek ji mala wan tê derê. Lawik dikeve şikê. Di ber xwe da tewê: "Xoce gotiwû, Gûlîzer neçê bûye, xortên gund bi wê re ne. Ka qet kes tune li dor malê. Lawik li dêrî dixe tewê: "Gûlîzer ez im, dêrî veke". Gûlîzer dengê birê nas dike. Ew destêr ji ber dêrî hildide, birê xwe hemêz dike. Bi ser wî da digrî.

Bira tewê: "Rawe, xwe çêke, emê berve dayk û bavê xwe herin". Pir terin, hendik terin, tigihên nav daristanekê pirî çê. Li derekê rûniştin. Gûlîzerê serê xwe da ser janiyê birê, got: "Xewa min tê. Ji dema hûn çûne hec qet xew nekete çavên min". Dilê birê pir pê şewitî. Wî îna xwe kir ku xwenga wî, Gûlîzer pak e.

Gûlîzer tikeve xeweke kûr. Birê wê pêşekê şunda janiyê xwe ji bin serê Gûlîzerê kişand. Kûje sekoyê xwe yê ku di bin serê Gûlîzerê da mayî jî bi kêrê jê kir, sewa ku bi xwe nehese. Ew tere nav daristên, bi tîrê çûçikekê dixe. Xûna wê di îşligê Gûlîzerê yê ku ji mal da vi xwe ra aniwû, tede û lê dixe tere ba dayk-bavê xwe.

Gûlîzer ji xewa kûr ratewe, mêz dike ku bira tune, mîna ku tewin "ne în e, ne cin e, çi tecelliyeke min ya neçê heye", ji xwe ra tewê. Bi ro û şev li nav daristên digere û hertim digrî. Ji girînê çavên wê kor tewin.

Rojekê ew tê ser kanîyekê, avê vedixwe. Du gogercîn tên ser kanîyê. Dilê wan bi Gûlîzerê dişewitin. Ew tenê zimên û her yek perikekî xwe didin Gûlîzerê, tewên: "Dema tu ketî tengiyê van perikana di hev bide ku mirazê te çi ye, wê werê şûnê".

Di vê demê da lawê paşakî bi hevalên xwe va, bi hespan hatin ser kaniyê. Hespê wan bi şewqa rindiya Gûlîzerê veciniqîn, newêrin ku ku herin ser ava kaniyê. Lawikê êxe mêz dike, çi mêz ke, ku li ser kaniyê keçikek dawestiye, mîna hîvê dibiriqe. Tewê: "Tu kî yî?". Gûlîzer xwe li ker û kurî tene, sir û hal û hekyata xwe jê ra nawê.

Lawikê pêşe diavê terkiya hespê xwe, tewe mal. Vi dayk û-bavê xwe ra tewê: "Ezê bi Gûlîzerê ra bizewicim". Dê û bavê wî pê razî nawin.

Lawikê pêşe ji Gûlîzerê ra xanîyekî çê dike. Gûlîzer tê da timê.

Xortên wî zemanî bi cirît dilîstin. Lawikê pêşe tim bi ser diket. Carekê Gûlîzer jî teve cirîtê tewe. Ew her du perikên gogercînan di hev tede, tewe: "Hespekî qîr û kincê cirîtê dixwazim". Mirazê wê tê cîh. Li hesp sîwar tewe, tere meydana cirîtê. Xelk li rindî û heşmeta wê ecêp û mat timê. Tewên: "Va kî ye, ji ku da hatiye û çi eslî ye?"

Paşa û jina wî jî tewên: "Xaska  lawikê me bi yeke veng ra bizewice!".

Gûlîzer bi xortan ra dikeve cirîtê û pêşiyê nade tu kesî. Paşê tê mal û tikeve osîma xwe ya berê.

Lawikê êxe jî meraq dike ku va rinda kî ye. Ji çar alîyan xeberan dişîne, lê tu awila nake.

Ji Gûlîzerê û lawkê pêşe sê lawik tew in. Lawkê pêşê pir dixwaze ku sirra Gûlîzerê ku çi hatiye serê wê bizane. Li ber digere, dike-nake Gûlîzer sirra xwe jê ra qal nake.

Rokê lawikê pêşe ji Gûlîzerê ra tewê: "Ezê huro herime filan gundî". Ji mal derdikeve, lê li nîvê rê bi şuva çerx dewe tê. Li ber pencerê guh didê ser Gûlîzerê. Gûlîzerê distra û klama xwe da qala hal û hikyata xwe dikir. Lawikê pêşe dikeve hundur tewê: "Min giştik bîhistin...çi hatiye serê te!". Dilê wî bi Gûlîzerê şewitî.

Gûlîzerê vî mirikê xwe ra got: "Min pewe bavana". Tivdarekê xwe tikin. Çar hespên kumêt qoşe erebê tikin. Lawikê pêşe tewê: "Hun herin ezê paşê werim, hinek karê min heye. Kehya jî wê bê erebê biajo". De tu were, kehya jî çav berdawû Gûlîzerê. Va jê ra bû firsend. Di rê da, ew li hêla çemekî dadiwestin. Kahya nêta neçê ji Gûlîzerê re tewê: "Tu ya bi min ra yek dibî yan jî ezê hurikên te yên hurik biawêm çêm. Wer jî kir, wî hersê lawik avîtin çêm. Gûlîzerê mêz kir ku çare tune, got: "Ezê bi te ra bibim yek, lê berê îznê bide ku ez herim, paş vê neqewê avekê birijînim". Kehya got: " Na, te dil heye ku xwe badî û neyî". Gûlîzerê got: "Aha were vî werisî bi destê min girê bide, ma serîyek jî bila di destê te da we". Kahya razî bû.

Gûlîzer çû paş neqewê. Herdu perik ji paşla xwe derxistin, ew bi hev dan, got: "Min bike sîwarekî destbigûrz, ji binî da hespekî kir..." Mirazê wê hate şûnê, wê ajote ser kehya, bi gurz li serî xist, kehya bi erdê da, pan bû, ranewû. Wê lêxist berve gundê bavana çû. Di rê da rastî şivanekî hat, çengek zêr dane wî, ji ber va hûrê mîyekê jê xwast. Þivên hema mîyek da ber kêrê, hûr û mûrê wê pak kir da Gûlîzerê.

Gûlîzerê hur kişande serê xwe, kete tonê (dilq) keçelekî. Bi vî şeklê hate ber derê mala bavê. Rastî dayka xwe hat. Jê ra got: "Dayê, ez keçelekî xizan û bêkes im. Xêra Xwadê, min ji xwe re şivan ragirin, ezê ji we ra her îşî bikim, bi nanezikê herim ber qazan jî".

Dayka wê hay jê newû ku ev keçela, keçika wê ye. Çû ji mêrê xwe ra got : "Keçelek hatiye tewê min şivan ragirin, bi nanezikê, gune ye, ez tewim, em ragirin". Mêrê wê pê razî tewe.

Çend ro derbas tewin, mêrê Gûlîzerê, tê mala xezûrên xwe, tewa mîvan. Gûlîzer tune. Xoce û jinaka xwe jî tên mîvaniyê mala bavê Gûlîzerê. Civat li odê rûniştiwû. Gûlîzer dikeve hundur. Hûrê serê xwe dişemitîne. Hal û hekata xwe qal dike. Dayk-û bav, bira û mêrê wê gişt bi ser hev da digrîn. Cezayê xoce û jinikê Gûlîzerê dayê. Wê du hêştir bi onetî dan. Yek ji wan tî yek jî birçî hîşt. Paşê du bene dirêj anîn, ew di stûyê hêştiran girêdan. Her seriyê benekî bi nigekî xoce va girêdan. Giya dan hêştirê birçî, li ber yê tî jî biroşek av danî. Hêştiran her yekî hêla da xwe kişandin û şeka xoce qelişî, ew bi du aliyê bû. Ji xoce şûn da , dor hate jina wî. Lawikê pêşe carek din Gûlîzer li xwe ra mar kir. Çel ro û çel şevî li dohle xistin.

Heft bira
Berhevkar: Memoste Îrfan Baysal

Çi hebû çi tunebû, di malekê de heft bira hebune. Bavê wan rokê dimire, wana ji xizanî terin xabatê. Wana kû herin xabatê, dîya wana bi ducana bûye. Bi dîya xwe ra dibên:

– Dayê, kû darguşê te bû lawik ala kesk, kû bû keçik, ala sor bi dadake, Bû keçik em ê verin mal. Na kû bu lawik em nênî mal.

Dayîka wan rokê derguşake xwe dibe. Darguşa wê keçik dibe. Dayik pir kêf xwaş dibe. Ji kêfa ra xwe şaş dike. Ji ber ala sor, ala kesk datîne. Bira rokê li mala xwe mêzedikin ku ala kesk li darda ye, dibên birakî me yî dîn bûye. Ew jî ji bu vê nêne mal.

Pir sal derbas dibin. Va keçika mezin dibe. Rojekê keçik bi hevalên xwe re, li bin sîya darê rûdinin. Teşîyê lê dikin. Ji va keçikna yekê ba bibertikeve. Gîştik bi hev ra tikenin. Îcar bi pîstî hevdu tikevin, kê ba biberket. Herkes sond tûxe, ku min nakir. Kî bi bave xwe, kî jî bi birayê xwe sond tûxe. Va keçka jî:

– Golkî mey qun bi rix bimre min nekir.

Ji hevalan jî yek bi hêrs ji ra dibê:

– Ez te bi qurbanê heft bira kim. Tu çima bi heft birayên xwe sond naxî. Tu bi serê golik sond tûxî.

Va keçika bi girî tere ba dîya xwe.

– Te heta niha çima ji min re negot, heft birayên min hene. Min li nav hevalên xwe bi serê golkî me sond xwar. Çima min jî bi birayên xwe sond nexwar. Dîya keçikê meselê ji pêşîye de jê ra tebê. Keçik tigrî aş nabe. Dixwaze birayên xwe biwîne. Dîya keçikê, ji keçike re:

– Çarek heye. Tu wana binî cîh tu ê birayên xwe bibînî. Ez ê ji te re kerekê bi xweliyê çêkîm. Tim jê re bê ço ço. Mebê çuş. Tere bi rê tikeve. Îcar di rê de morîkê dibîne. Ji kerê re tibê çuş û ker tixele. Keçik bi şuva tê mal, bi girî:

– Mindi rê de morîk dî. Ji kerê re min got çuş û ker xeliya.

Dîya keçikê jê re kerêkî din bi xweliyê çêdike. Îcar keçik li vî kerî siyar tibe. Tim jê re tebê ço. Wuqas morî, zer û zîv li rîya xwe tebîne nabê çoş.

Pir tihere hendik tihere, ker tê li malekê disekine. Keçik peya tibe. Tikeve hundir, ku kesik li hundir tune. Di hundir de heft cîh hene. Keçik bi xwe xwe tebê va mala birayên min e. Xênî paqiş dike, şîvê çê dike û xwe vedişîre. Êvarê bira tên mal. Ku çi biwînîn. Mala wan paqişkiriye, şîva van hazir e. Heft bira rutinin, nizanin va çi ye. Ji tirsa re jî şîvê jî naxin. Tebên lek axû têdaye. Jibo vê pariyek şîvê bi piskê tam kirin tidin. Ku tişt bi piskê nê, êdî ew jî şîvê tuxin. Pişt xwarinê ji hevdu tipirsin va çî ye, kî ye? Yek ji van tebê:

– Yek ji me xwe li mal veşêre ka va kî ye.

Berê bira yê mezin li mal timê yên din tiherin xebatê. Pir zeman derbas tibe. Birayê mezin tikeve xewê û keçik derdikeve paqişî van tike, şîvê van çetike. Keçik dîsa xwe veşartine. Birayên din ten mal ku biraye mezin tiştek nedîye. Pi vî ziravî her birak li banda time tiştekî nabîne. Heta biraye piçuk.

Birayê biçûk bi derawa xwe li xewê tine. Keçik dertikeve dor baniya berav tike. Şîva van çêtike. Û bira ji par re raytene gulîyen we. Jê re:

– Tu în î, tu cin î?

– Ez na în îm na jî cin im. Ez xwanga we me. Bira jê re:

- Ti xwanga me tune ye. Xwang:

- Wexta ku ez hatime dûnê dîya min bi heycanê re, xwe şaş kiriye ala kesk bi darda kiriye.

Êvarê birayên din jî tên mal. Ew jî pê tihesin. Xwangê xwe hemêz tikin û jê heztikin. Birayên wê bi ro tiherin xebatê. Ew jî ji wan re bermaliye tike. Lê, temekê li xwangê xwe tikin.

– Xwangê, piskêke me he ye bê wê tiştîkî mexwe. Ku te çi xwar nevî te nevî we. Ku te ver nekir a bi arî te da mîzke. Arî te dê vemre. Tiştî ku tu pê êr pêxî tune. Roke xwang malê rêş tike. Hewik mûj li erde tiwîne. Ku bavê devî xwe pisik te bîra ve. Bane piske tike. Pisik nê. Pisik jî pi zanebûn nê. Vê ticerbîne. Xwang mûjê tavê devî xwe. Pisik te bi arî vê de mîz tike. Va bê ar time. Ji birayên xwe re şunake şîvê çêke. Tere derve tikeve, ku li dure tê nabera heft çîyanda dumanêk hêl te. Xwe lê digrê tihere. Ku lê wê dere sê jin runiştine. Danîkê tikelnîne. Her sê jin jî jê re:

– Lê lê lê tu hatî çi? Va mala hirçê ye. Tu hatî çi? Hirç ku ware ya te ji xwe re bike jinik. Xwang halî xwe ji wan re tebê. Ew jî bi lez kozîk ar tedîn. Pêşîye we jî henek danî tikên. Berî wê tidin mal.

Keçik bi lez tê mal. Li riye tilîyê xwe li kevira tikeve xun tike. Bi gav gav xun ji lingî we tiçilke û ji pişiyê we de jî hewê daniyê, li erdê tikevin. Hirç tê mal, ji jinên xwe re:

– Bîhna însanên xerîb tê. Qat kin, kî hate vir. Ew jî, ji tirsa ra qat dikin. Hirç dilopên xwûnê û hewê daniyan taqîp tike, tê mala vê. Hirç jê ra tebê:

– Derî veke. Keçik venake. Hirç jê re:

– Du tilîya xwe ti qullê dêrî ra derxe, ezê gustirkekê pi tê dim. Keçik tiliyê xwe dirêj tike. Hirç tiliyê wê tike devî xwe û timêje. Bernade heta ku keçik bîrva dice. Hirç cidêle tihere mal. Birayên keçikê tên mal, ku derî girtiye. Yek ti pacê re tikeve hundir. Ku xwang bîrva çûye. Jê tipirsin va halî te çi ye? Xwang her tiştkî ji van re qat tike. Heft bira tiherin mala hirç, ku bikujin. Tiherin digên mala hirç. Hirçê tikujin va sê jinan jî xelas tikin. Va jinana heytinin tên mal. Sê bira va sê jinana li xwe mar tikin. Ro tê van jinana ji xwangê vana tiqarin. Tebên em ê rêkê li vê bikin. Mûyekî hirçê tikin kûzî avê. Xwang ji kûz avê vetuxe. Muyî hirçê xwang ro pi ro tiperçivîne. Va jinana ji mêrê xwe re tebên:

– Xwanga we bi ducan e. Bira ku pêtihesin, tebên emê wê bikûjin. Bira ku xwangê bikûjin, xwang li ber van tigere:

– Min mekûjin, min tiştî neçê nekir. Ez ne ducanî me. Bisekinin heta ku ez zam. Hûn hingê min bikûjin.

Ro tê xwang vetirşe ji zikî wê mûyîk dertikeve. Perça zikî wê datê. Bira dizanin ku jinên wan lê îftera kirine. Her sê bira jî jinên xwe bertidin. Gîştêk bi hev re tên ba diya xwe. Jîyana xwe bi hev re derbas tikin.

Bedelê ken
Nuh Ateş

Miçoyê Homê ji mal derket, çû camîyê ku nimêya yasîna bike.

Kur û kulfetê wî li mal rûniştiwûn. Hur û mezin, keç û lawên malê li dora dapîrê kombûn, jê çêroka Kulek rucu kirin. Dapîrê siftê nazî kirin, kire kem û kum, paşê xatirê newîyê xwe neşikena û dest pê çêrokê kir.

- Çi hewûye çi tunewûye, jineke pîr û sê lawikê wê hewûne. Jin bi sala ne pîr wûye. Mêrikê wê mirîye, qeramê wê giran bûye. Wê sê lawik bi tenê mezin kirine. Ji ber qeramê giran, porê wê sipî, mîna herîyê bûye. Lowma jê ra gotine pîrê.

Sala daye dû sala, lawikê pîrê mezin bûne. Rokê, pîrê bangê wana kiriye, gotiye, werin û rind guh bidin ser min. Ezê êdî bi sala jî pîr bûme û nikanim we bi xwedî bikim. Li vî dîyarî rizqê we tune. Barkin, serîyê xwe heynin herin dîyarên xerîb, li rizq û nesîwê xwe bigerin.

Şîretê ku ez niha li we bikim, qe ji bîrmekin. Ku we ji bîrkir, ez heq û şîrê xwe li we helal nakim.

Hunê dizîyê, derewa, nerindî û neheqîyan nekin. Duxîna xwe li ber heramîyê vemekin. Ma hunê tim bi qîret win û zû zû aciz mewin.

Wê rê nîşanî lawên xwe kir. Vi yê mezin ra go, tu berve roava here. Vi yê hortê ra go, tu berve başûr here. Vi yê piçûk ra go, tu jî berve rohelat here. Çiqinê wana dane dest û go, de herin, paş xwe va mêsmekin, xwedê îşê we rast wûne.

Lawik rawûn, çûn destê dayîka xwe maçkirin xatirê xwe ji wê û ji hev du xwastin û vi rê ketin.

Pîrê di dû wana êpî mêskir. Hûndûrê wê kelîya û hestirk ji çavan da hatine xwarê.

Lawikê pîrê, yê mezin û yê hortê pir çûn û hendik çûn, her yek li derekê bi cî û war bû. Yê mezin li ba axakî bû şivan, yê hortê li gundekî bû gavan. Lawikê piçûk bi şûn newû. Ew yekî qutî jar wû. Bi ser da, li ser nigê rastê dikulî. Yên derdora wî jê ra digotin, Kulekê pîrê. Wexta ku ew hîn derguş û di kundaxê da wûye, al xwe avêtiye ser, nig ji wê da pûç maye. Sewa kulekîyê, tu kes bi wî qayîl netiwû. Tu kesî ew şivan û gavan ranegirt. Lê wî dîsa jî saxiya xwe ji gerînê nedikir. Ew bi sewt û înad, dîyar bi dîyar li rizq û mirazê xwe gerîya.

Rokê, ew pir westîya, xiş û xal hate gundekî. Li dawîya gund, li mala pîrekê bû mîvan. Pîrê sure wû.

Kulek hal û heqata xwe ji pîrê ra katkir. Dilê pîrê pê şewitî. Pîrê pêçkê şûn da, ew dawetê oda mîvana kir. Li wê derê, sifre dagirtiwû. Li ser sifrê heft qaw xarin hewûn.

Kulek mat ma. Wî di ber xwe da go, pîrê li ba min wû, va sifra kê dagirt! Wî îna kir, ku pîrê sure ye.

Pêy xwarinê, pîrê go, eza niha surekê bidim te. Lê dera ku tu wê ji kesî ra katnekî. Ku te katkir, tesira wê namê. Pîrê di guhê wî da, kire piste pist. Paşê go, ku tu ketî tengîyê ya jî ku belayek hate serî te, vê surê wûne bîra xwe. Hîngê meleka nesîwdayînê dê xwe bigîhîne te. Ku te ji wê çi xwast, ewa wûne şûnê. Te go, min bike gogercî, ewa te bike gogercî. Ku te go, min bike şêr, tê biwî şêr.

Ji bîr meke, sur tenê bi şev bi hukum e, bi ro tu yê berê yî.

Pîrê di pencerê ra çîyakî dûr û bilind bi wî nimand û go, mêske, vî çîyayê hanî serî bi dûman dibînî ?! Li navî çavê wî, qela û qonaxa Mîrê çîya heye. Keçikeke wî heye, navê xwe Pêrîxan e. Ew rinda dûnê ye. Wexta ku ew di baxçê qonaxê da digere, herd û ezman ji eşqa ra di şûna xwe da dilîzin. Dar û ber, însan û heywan lê radibin sêrê. Nexwaş, kûr û topalên van deran diherin cêm wê, li ber şewqa rindîya wê xweş dibin.

Heta ku bi mîr û mîrîmîranê Mixrib û Misirê gêh, hatiwûn ber nigên wê, lê xwezginî derketin. Lê Pêrîxan bi tu kesî ji wana qayîl newû, teklîfê wana bi şûn da vegerandin.

Qeder e, bêyî çi, rokê siwarên Mîrê Hûta hatin Pêrîxan revandin birin, ku li Mîrê xwe markin. Ji hîngê vir da, Pêrîxan di dest hûtan da hêsîr e.

Bavê Pêrîxanê ji çar hêlê dunê ra xewer şand û go, ku kîjan cihêmêrî Pêrîxana min ji dest Mîrê Hûta xelaskir anî, ezê Pêrîxanê li wî mar kim û text û taca xwe jê ra bi xelat kim.

Lê heta niha, tu kes ji heqê Hûta nehatîye der. Kî ji vir da çûye, ji wir da nehatiye.

Welatê Hûta li paş heft çîya ye. Li pişta çîyayê hefta înek heye. Li ber derîyê înê marekî heftserî nowedar e. Ew tu kesî bernade hundur. Ji înê da berjêr, heft qata di binê herdê da, bajarê Hûta heye. Li pîyê rastê, li ser heft qata qonaxa Mîrê Hûta bilind dibe. Li pîyê çepê, zîndana wî ya reş heye. Pêrîxan di wir da hêsîr e. Şeşhezar û şesed û şêşt û şeş siwarên Mîrê Hûta hene. Her yek hosteyê reqeço ye.

Pîrê şora xwe xelaskir. Kulek rawû, destê pîrê maçkirin û xatirê xwe jê xwast, derkete derva.

Li derva şevereş wû. Wî sur anî bîra xwe û vi melekayê ra go, min bike têyr. Ew bû têyr û virîya çû. Wê şevê ew gihêşte welatê Hûta û nêzikî înê danîşt.

Vê carê ew kete tonê ejderhakî. Nêzke Înê bû û ku çi quweta wî heye topkir û pê pife marê heftserî kir. Mar cîlê di şûna xwe da, ji serma hişk bû, cemidî.

Kulek kete înê û heft qata daket û gihêşte bajarê Hûta. Ew geh kete tonê Rûstemê Zal, geh bû Hemê Musê û Gelhê Şarê. Gurz di dest da, ew kete nav siwarên Mîrê Hûta, ew birbelav û qirkirin. Paşê wî çû Pêrîxan ji zîndana reş xelaskir û anî mala bavê.

Mîrê Çîya li ser şora xwe dawestî. Wî Pêrîxan li Kulek markir, text û tacê xwe jê ra kire xelat. Zewac bi dilê Pêrîxanê wû jî.

 Çel ro û çel şev li dohlê xistin. Şênî û şahîya dohl û daweta Pêrîxan û Kulek nam da û li çar hêlê dunê bû çêroka dohl û daweta bûk û zavan. Kulek bi şev dikete tonî mêrekî bi şûhret, bi bejn û bala, bi ro dîsa tewû Kulek.

Pêrîxan û Kulek bi hev ra bextîyar wûn. Kulek êdi bû Mîr Kulek. Wî meriyê xwe şandin pêy dê û birayên xwe. Ew anîn li ba xwe bi şûn kirin.

"Çêroka min çû qametê rehmet li vê civatê."

Dayika kurika, Zêwa Hecî li oda din nivîn rêxistin, dû ra vegerîya oda rûniştinê û go:

-De bes e, şev hatiye nîvê şevê. Mêskin, gaz di çirê da nemaye, ew kûrîk bûye. Rawin rakevin

Dora dinê royê, bi nîvro, Zêwê Hecî li odê, pişta xwe da balifeke xalînî rûnişt. Wê bange keçika xwe kir û go:

- Şarê tenek av têke tasekê û şêyê serîya jî wûne, ku ez porê te buhûnim.

Şarê tasek av û şê heyna anî û dîyna hêla dîya xwe û bi xwe jî li ber wê rûnişt, mîna ku bikeve hembêza wê.

Du ro berê, şeva înê Şarê serê xwe şûştiwû û porê xwe kiriwû du guliyê qalin.

Zêwê her du gulîyê wê verşandin. Şê li avê xist û pê porê Şarê, ji pêşîya henîyê da bigre heta dawîyê ewlek bi ewlek şe kir.

Porê Şarê mîna mûyê reş wû. Wexta ku şil bû û hate şekirinê sîsik diwû û dibiriqî.

Zêwê ji axza çepê da, di bin gepirê da, bi destê çepê bi por girt û bi tilîya xwe ya şehedetê a destî rastê birek por veqetand û bi destê çepê girt. Wê bi destî rastê porê ku mayî wê de kir, bi ser omiza Şarê ya rastê da berda.

Wê pore ku dest da mayî carek din şe kir û paşê ew kire sê tela û dest pê hunanê kir. Wexta ku gihêşte nîvi, wê benê guliya yê sur heyna û ew di horta gulî ra derbaskir. Bi bên gulî bi hev va tên girêdanê, sewa ku gulî birbelav newin. Morîyekê çava, kinirkek, penezekî zîvînî û zêrekî piçûk bi bên da kiriwûn.

Zêwê ji hêlekê da gulî dihunan, ji hêlekê da jî şîret li Şarê dikirin, digo:

-Keçika min, tu êdî ne hur î. Salê te panzdeh ne û tu ê bi dergîst î. Payîzê dohla te wê biwe. Ma te hay ji xwe hewe. Dost hene dujmin hene, xêrxwaz hene hesûd hene.

Oxira mêra mebire. Ji ber mezina rawe ser xwe. Vi xorta ra melîze. Berve mêra mekene, li ba wana rûye xwe çexke. Ku te vi mêra ra dengkir, serî xwe têke ber xwe û destî xwe bide ber devî xwe.

Zêwê porê Şarê gîştik huna, kire gulî. Wê serîyê gulîya, ji jêr da berjor şê lêxist, gijvij kir, ku gulî venerşên. Paşê wê gulî hêjmirîn û go:

Vê carê jî bîst gulî jê derketin.

Wê serê xwe tenkî paşva kişand, ji dûr va li gulîyê keçika xwe mêskir. Di kenê rûyê wê ra beli wû, ku ew bi hûnera xwe qayîl e.

- Xelas bû! De rawe keça min, ava me ya vexwarinê tune. Here ji kanîyê avê wûne. Ez ê ku tenki herime nav mala.

Gulî bi qeyda sênexkî tên hunan. Sênex navê benekî ye. Ew ji sê telayên rîs tê hunanê. Her sê telayên rîs ji serîkî da bi hev va girêdidin. Wî serî bi pêçîya nig yan jî bi niçikekî va girêdidin. Paşê, di ber girê da, bi her du desta bi telayên rîs digrin. Ji axza rastê da, telayê rîs yê rastê diavên ser yê hortê. Yê hortê vê carê derbasê axza rastê tewe, yê rastê jî dikeve hortê. Paşê telayê rîs ê axzê çepê diavên ser yê hortê. Yê hortê di bin ra derbase axzê çepê tewe. Yê çepê vê carê di hortê da dimê. Bi vî tonî bên tê hunan û tewe sênex.

Mala Miçoyê Homê li gundekî li axza Haymanê, li derdawê Çîyayê Qerecdaxê wû. Gundekî piçûk, ji sed malî wû. Ew di kortê da wû. Lowma jê ra digotin, gundî kortê.

Pozê biharê û ro ji nîvro dagerî wû. Di ser gund ra, ezmanekî sayî hewû. Heyamî germ wû. Kal û pîrê gund xwe dawûn berojan. Li ser dev û rûyên wana ken û kêfê vi ber biharê ketine hewû. Yên ciwan diketin rû yên kal, digotin, hun îsal jî xelasbûn û vi ber biharê ketin. Êdi mirinî ji we ra tune.

Mîna ku goti, biharê xun bi têreke da dihat. Li ber dîwarê goma malê Miçoyê Homê manga û nugun dawestîwûn. Mangekê xwe bi kevirê koşê xênî dixurand. Du nuguna hev du dialastin. Mîna ku wana hev du bi zimên sîsik dikirin. Îza zimanê wana li ser çermê wana deq bi deq xay dikir.

Mala Miçoyê Homê û ya birayê wî, Hesen li jêr gund, li rû hev wûn. Wê royê li mala Miço tu kes tunewû. Ber malê xewlê wû. Cucikên malê li ser kulingê, xwelî vedidan, li yêm digerîyan.

Di jêr malan ra, li ser çeyîr û çîman birek xort giheştiwûn hev û dikirin hay û bêrî. Li wê derê, kuçikek bi dêlekê da deliqî wû. Xorta dor li wana hewşkiriwûn, bi kevira berdidan wana û dixwastin ku wana ji hev veqetînin. Lê kuçik û dêl ji hev nediwûn, ew mîna ku bi hev du da nûskî wûn. Ziman di devê wana da dirêj bûwûn. Wana dikire hele hel û bi çav tirsî li dor û paş xwe mêsdikirin.

Şekiro ji xorta veqetî û berva mal teçû. Mala bavê wî, li paş mala Miçoyê Homê wû. Rîya wî di ber mala Miço ra derbasdiwû.

Şekiro xortekî şîrin, şor xweş û bi ken wû. Lowma hemsalîyê wî navê wî Şekiro lêkiriwûn. Wî serhevdeyên qebila û malan gîştik dizanîn. Navê wîyê esil, Oso wû. Ew bi bavpîrê xwe hatiwû navkirin. Bavpîrê wî li herba Çelenqelê şehîd ketiwû.

Şekiro û Şarê hemsal û cîranê hev wûn. Wexta ku ew hîn piçûk wûn, bi hev ra dilîstin. Lê jikî ku Şar bi dergîst e, ew ji hev dûr diherin.

Şarê çatiya avê di dest da, ji kanîyê av dikşand. Wê fîstanekî heftreng li xwe kiriwû û kefîyeke gulpembe dawû serê xwe.

Jikî ku ew bi dergîst e, wê îş û karê malê yên giran jî tikirin. Yên derdorê bi çêra wê bûn. Şarê mîna qeda pez didot, nan lêdixist û kinc dişûştin. Wî zemanî keçik û bûk bi van karana dipesandin.

Wexta ku Şar nêzke mal bû, dî ku Şekiro ji jêr da tê. Wê çatîya avê dîyna û li oxira Şekiro dawestî. Şekiro hat gihêşte herda Şarê û dawestî. Ew di ber Şarê ra derbas newû. Wî dil hewû ku çend gilî û gotina vi Şarê re bike. Wexta ku gihêşte ba Şarê, wî hema dest pê şorê kir, go:

- Şarê, tu dizanî, yekî ji xalanê te çir kiriye?

Şarê serî kire ber xwe, go:

- Çi dizanim, çir kiriye!

- Wî di zemanê xwe da, bi hêştira ji Helewê şekir dianîye û difrotîye. Rokê, wî şekir li hêştira barkiriye û bi rê da rêwîyek rastê hatiye. Baraneke şên dibarîye. Rêwî gotiye:

- Mêro, barê heştirê te çi ye? Wî gotiye:

- Şekir e. Rêwî gotiye:

- Malavao, ne şekirê şil biwe, bihele û biçilke.

Xalê te keniye, gotiye:

- Taw ho, tu çi dizanî. Şekir ku şil bû, wê her çû giran biwe û kîloya bikute, ez ê jê zêde kêr bikim.

Şarê dest da ber dêv û go:

-Tu serhevda dikî. Xalanê min veng nakin, ew hesawa dizanin. Lê, wê xwe bi zorê digirt, ku nekene. Wê dixwast ku here, lê Şekiro di ber wê ra derbasnediwû. Wî neterikand, serhevdayek din jî da ser:

-Ji bavanê te jî, yekî, mêrê malê li çolê, li ber pêz wûye. Gur hatiye pêz. Wî ji tirsa ra bange kûçik kiriye û ew bi xwe va girêdaye. Gur pez qirkiriye...

Hin Şekiro, şora xwe teva nekiriwû, Şarê hiq û hiq kenîya. Wê xwe negirt; çiqas xwast ku nekene, lê kenê xwe zeptnekir. Wê ji bîr kir ku destê xwe bide ber devê xwe û di ber xwe da go, "towbe towbe, xêr e înşellah". Li gora edetê wîngê îna dikirin ku yek pir kenîya, tiştekî neçê wê were sêrî. Lowma towbe dikirin.

Kenê Şarê nesekinî. Ew devvekirî dikenîya. Didanê wê wekî sedef dibirqîn. Pesîrê wê hîn nû belbûn, wexta ku ew dikenîya geh heldihatin geh dêdihatin. Kefîya wê ya gulpembe ji serî da berve paş şemitî. Binguhên wê yê gewr û kal xaykirin. Suyê wê yê dirêj, mina şuşeyê çira gazê, sîsik û sipî dikir.

Şekiro mat bû, di şûna xwe da nedilivî, mîna ku bi herdê va nûsikîwû. Li navberkê çavên wana li devhev ketin. Bi nêrînan mîna ku ew bi hev va hatin girêdan. Germîyek bi nav dil û cana da belavbû.

Bi qirinîyekê va her du jî vecinîqîn. Wana dengê dergîstê Şarê, Şemo naskir û bi lez û bez ji hev veqetîn û her yekî da rîya xwe.

Şemo di goma pêz da wû û binê pêz pakdikir. Wî di teqê ra li Şarê û Şekiro sêrdikir.

Şemo yekî hesûd, çavteng û dilçurug wû. Wexta ku wî şarê bi Şekiro va bi hev ra dîn, ew pê ragerî. Ew di şûna xwe da rep û hişk dawestiwû. Benz û bed lê qetîya, mîna xizik bû, ku te kêr lêxista xun jê nediçû. Çav di seri da gewr dikirin. Peçêkê şûnda, mîna ku yekî derzi tê ra kiriwû, qîrînî vi ser wî ket.

Wê royê, evarê Şemo vi dîya xwe ra go:

- Etê, ez vi Şarê ra nazewicim. Xewerê hema bişînin, ma nîşanê vegerînin.

Dîya wî go:

- Wîy wîy, wêy wêy li min e, mala min şewitî. Xêr e, lawê min çir bûye !

Wê ji hêlkê de jî bi kuta li sîngê xwe dixist.

Şemo deng da, go:

- Şarê vê ar û nemûs e. Ku min bikujin jî, ez vi wê ra nazewicim!

Wê şevê, çira mala Hesenê Homê heta siwê venemirî. Mezinê malbatê gihêştiwûn hev û ketiwûn nav mitala û mineqaşan.

Çend ro ketin navberê, xewereke neçê li nav gund belavbû. Gotin, Şekiro vi Şarê ra ye. Hevalê Şemo, Cino va xewera belavkiriwû. Cino ji Şemo hesudtir wû. Digotin, Ew ji hesudîyê vi dizan ra bûye heval û mala bavê dervakiriye.

Lekeya namûsê li ser Şarê ma. Mala apê nîşana xwe xwastin. Sê malbat û mermaliyên wana li hev sûva hatin. Navê Şarê neçêbû, bi ser da wê kut jî xwarin. Mala Miçoyê Homê, mîna ku bi yas wû. Rûyê wana nedigirt ku herin nav malan.

Payîz wû. Miço çû gundekî Tirkan, mala nasikê xwe. Nasikê wî, jina xwe miriwû, ew ji xwe û ji sêwîyê xwe ra li jinekê digerîya. Miço meri kirin navberê û Şar teklife wî kir. Wana şor dane hev du. Çend ro şûn da, meriyê nasê Miço hatin, ku Şarê pêwin.

Li gora edetê hîngê, Kurmancên van derana di nav xwe da dizewicîn. Vi merlixiyê ra zewicîn edet wû. Dewlemenda poz li hewa digerandin û kirîyê xwe nedikirin, ku vi xizanan ra bizewicin. Ji derva û ji yada zewicîn bi eyb digirtin. Li zewaca vi gewenda û cîngana va bi çavekî pir neçê mêsdikirin.

Va edetana li ba gûndê cîran yên Tirk, Teter û Çerkez jî hewûn. Ew jî, her yek di nav xwe da dizewicîn.

Tenê Kesê neçar û li herdê mayî ji derva dizewcin. Keçik û jinê ku lekeya nemûsê avêtiwûn ser, didane derva, ew yad dikirin; mîna ku bi vê rê ceza didane wana. Ji yên ku bi vê rê zewicîn ra digotin, "gune ye, dan yada".

Siwekê, vê dohl û vê dawet Şar kirin bûk, li erebeke hespa sîwarkirin û berve gundê Tirka vi rê xistin.

Li gora edetê, şareke sûr avêtiwûn ser seriyê Şarê. Wê ber xwe nedidî. Du jin ketiwûn pîyê wê, ew berve erebê dibirin, mina ku bêyî, du cendirma yekî hêsîr dibirin.

Xêyrî malên ku sûvahatî, însanê gund gîştik li ber mala Miçoyê Homê civîyawû. Hen hatiwûn xêrê, hen jî hatiwûn sêrê. Mêr li hêlekê, jin li hêlekê din kombûwûn.

Ji hêla jina da, dengê girî û nalînê dihat. Dohla Şarê bûwû şîn. Wexta ku ereba bûkê vi rê ket, dengê şînê bilind bû.

Dîya Şarê, Zêwa Hecî kilam distran, li sîngê xwe dixist û biskê xwe diruçikandin.

Wê distra, digo:

Sala îsal, demsal har e
Ar û nemûs barekî bi qahr e
Hesuda ken li Şarê herimandin
Welle, kêrê lêxin xûn jê nahere.....

Keçel
Berhevkar:M. Ş. Dağ

Çi hewû yê, çi tûne wû yê. Li hundekî, lavikekî keçel û hewû yê. Apê wî, bi nanezikê ew bi xwedî dikiri yê. Keçel, yekî ku gu yên xwe rehet nake, dîn û xeyalz wû yê. Rokê keçel, apê wî û palî yên apê zevi ya aşpê dişinî ne. Nîvro bûyê, apê wî hoti Keçel dihere gund. Vi jina apê xwe ra (Amoj) dibê; "Apê min got <Huro palî pirin. Nan bi me nake. Bira gaye me yî sur serjêkin. Ma goşt bikelîne ji me heyne wûne>. "Jina apê bi keçel bawerî ya xwe nake. Keçel dibê: "tu hîna nakî? Apê min kêra xwe ji tera şand ku tu bawer bikî. A ha wa kêra apê mîne." Û kêra apê dide wê. Ew jî hîna dike û ga yê sur dide herdê û serjêdike. Goşt dikelîne, dide keçel. Keçel nanêpalîya heydine diwe ji wana ra.

 

Le ser zevi yê apê di dest keçel da wî goşt û nanî diwîne dibe "keçel va goşta giştik şi vê? Te ji ku anî?"

 

Keçel "apoê mala êwe ga yekî xwe miri yê. Va goşta ji paliyên te ra îandi yê" dibê. Apê keçel, bi wê goinê hîna dike û rûdinin nanê xwe dixwin.

 

Êvarê vedigerin gund Jina apê, dibê: "kalo, te çima gayê sur bi serjêkirin da?" Kal "Gayê çi yê?"

 

Jina wî "lê keçel kêra te anî ji min ra, got <apê min goti tê ma ga yî sur serjêke> min ji serjêkri"

 

Ap nizane çi xweli yê bi serê xwe ke. Radibe ra sere keçel dide. Lê keçel direve xwe xilas dike. Jê ra dibe: "tu yê li min xî. Ezê herim zevi yê bîşevitînin." Ap bi ser xê da dêv jê berdide.

 

Dora dine ro yê dîsa diherin zeviyê diçinin. Bi nîvro keçel tê nên bihere. Ji jina apê ra dibe: " apê min go" bi gaye ku kar nabîn. Bra gaye din jî serjêkin." Apê wî mêzdike keçel le zevî yê tune. Dizane keçelê tiştekî din wûne serê vî, dikeve rê tê gundê lê ku gayê din jî dest çû yê. Xwe berdide keçel, keçel dîreve dihere ser zevi yê. Ji palî ya ra dibê: "Apê min got; gayê me her du jî mirin. Emê bê ga zevi yê çi bikini? Ma palî zevi yê bişşevitînin werin gund." Keçel zevi ya kalê jî bişevitandin dide. Dikeve rê û ji gind bi derdikeve.

 

Pir kihere hendik dihere, raste erebeke hespa tê. Sê jinê li ser erebe wûne. Ji wana ra dibe: "Ezî bê kesim. Li karekî digerime. Huroê yek ji we min bi mîvankin." jinek ji wana dibê: "gunê, xerîbeke, ma huro li mala min rakeve." û keçel dibe mala xwe.

 

Wê jinkê dostekî xwe hewû ye. Her ro ku şev reş bû bidizikî dihat û diçûyê mala wê. Ji bo ku keçel bi wê elm newe, jinik vi keçel ra goti yê tu qe kor nawî? Keçel goti ye: "Te ma