Di roja 29.05.2010’an de kurdên ji Anatolîya Navîn li Danîmarqa li bajarê Ishøj, ku nêzîkî bajarê Kopenhagê ye, konferansek di bin navê ”Konferansa Kurdên Anatolîya Navîn” de pêk anîn.
Konferans ji alîyê Komîta Amedekar û bi hevkarîya kovara Bîrnebûnê hate li dar xistin û di seat 14.00 de dest pê kir û heta 18.30 berdewam kir.
Konferans ji serî heta dawîyê di nav atmosfereke baş de derbas bû û ji 350 kesî zêdetir beşdarî kirin.
Taybetmendîyeke konferansê a delal jî ew bû, ku bireveberê konferansê Muzaffer Özgür konferans bi zimanê kurdî birêve dibir. Eva jî tiştekî gelekî baş bû û nîşana himbêzkirin û lêxwedîderketina zimanê kurdî bû. Hin ji axaftvanan axaftinên xwe bi kurdî û hinan jî bi tirkî kirin. Lê ew kesên ku axaftina xwe bi tirkî kirin jî di destpêkê de bi kurdî silav dan û bi xêrhatina mêvanan kirin
Konferansê bi yek deqe rêzgirtin ji bo şehîdên Kurdistanê, bi xwendina sirûda netewî ”Ey Reqîb” û bi axaftina Mahmut Erdem, cîgirê serokê şaredarîya bajarê Brøndby’yê li ser navê komîta amedekar û kovara Bîrnebûnê dest pê kir.
Mahmut Erdem di destpêkê de bi xêrhatina mêvanan kir û ji bo beşdarîya wan spasîyên xwe anîn ziman. Erdem, di axaftina xwe de gelik xalên girîng anîn ziman, xasima jî girîngîya welatê Danîmarqa di sîyaseta navnetewî de û afirandina ”Krîterên Kopenhagê” li vî welatî, ku zêde gelê kurd jî aleqedar dikê û anî ziman ku bê çiqasî Dewleta Tirkîyê lingê xwe didê tahtê ku van şert û mercan pêk neyînê. Erdem, di berdewamîya axaftina xwe de rewşa koçberîyê bi giştî li ber çav girt û got ku di hemi demên dîrokê de mirov koçber bûyine an jî bi darê zorê hatine koçber kirin û axlebe jî gelê kurd bahre xwe ji vê koçberîyê wergirtîye.
Erdem weha berdewam kir: ”Çî cihê ku kurdan xwe lê girtîye jî her dîsan bi gelik astengîyên nû re rû bi rû mayine. Heta ku ji wan hatîye jî hewl dane xwe ku çand û zimanê xwe biparêzên. Car carna derûdorê bandora xwe li ser wan kirîye, lê li gel hewqas polîtîkayên asîmîlesyonê û li gel hewqas astengîyên ku derketine pêş jî, kurdên Anatolîya Navîn dîsan jî xwe din bin wan şert û mercên dijwar de li ser lingan hiştine û heta roja îro jî çand û zimanê xwe parastine. Çi kurdên Anatolîya Navîn û çi jî kurd bi giştî heta roja îro gelik bedêlên giran dane. Ji bo ku hebûna xwe biparêzin serî hildane, şer kirine û tekoşînên mezin dane. Îro kurd di demeke nazik de deras dibin. Kurd miletê herî mezine li dinyayê ku bê dewlete. Mafê gelê kurde jî ku wek hemi gelên li dinyayê jîyaneke bi rûmet bimeşînin. Emê wan rojan bibînin, ew roj nêzîkin”.
Ji bilî sîyasetvan Mahmut Erdem, kesên ku ji bo konferansê hatibûn vexwendin ev bûn:
1. Nuh Ateş: Lêkolîner û nivîskar Nuh Ateş di axaftina xwe de li ser dîroka Kurdên Anatolîya Navîn û sedemên hatina wan ji bo Anatolîya Navîn rawestiha. Bi kurdîyeke xweş û delal pêvajo anî ziman.
2. Mehmet Bayrak: Lêkolîner û nivîskar Mehmet Bayrak bi kurdî mêvan silav kirin û bi trikî axaftina xwe kir. Bayrak axaftina xwe di derbarê çand, edabîyat û folklora kurdên Anatolîya Navîn de kir. Di destpêkê de li ser derêxistina kovara Bîrnebûnê, astengîyên wê, û pêwistîya wê rawestiha û bal kişand ser sîyaseta li dijderketina çand û zimanê kurdî û weha berdewam kir: ”Heke ku yek bixwazê miletekî têk bibê, yek pêşî bi çand û ziman dest pê dikê”. Bayrak girîngîya kovara Bîrnebûnê ji bo kurdên Anatolîya Navîn û herweha ji bo hemi kurdan anî ziman û daxwaz kir ku li vê kovara xwe xwedî derkevin. Bi vê ve girêdayî jî bahsa dîroka Dewleta Osmanî û berdewamîya wê a Dewleta Tirkîyê kir û gelik nîmûneyên nijadperest ji sîyaseta tirkan a li himberî gelê kurd û gelên din rayêxist ber çavan, wek mînak axaftinên nijadperest ên heval û destê rastê ê Mustafa Kemal Atatürk, wezîrê edaletê, Mahmut Esat Bozkurt di sala 1930’an de. Bayrak da nîşandan ku Dewleta Tirkîyê him kurd û him jî Ermenî, Suryanî û Kurdên Êzîdî (gayrîmüslim) di qetlîaman re derbas kirin û li Dersimê jî qetlîameke mezin anîn serê kurdên elewî. Li gor Bayrak dewletê di sala 1940’an de li himberî gayrimüsliman yasayên taybet derêxistin û van yasayan heta salên 1950’an jî berdewam kir û xwestin van gruban bi van yasayan çavtirsandî bikin.
3. Dr. Nebî Kesen: Ekonomîst Dr. Nebi Kesen axaftina xwe bi kurdî kir û di destpêka axaftina xwe jî de weke rexneyekê li partîyên kurdan kir ku heta niha baş li ser kurdên Anatolîya Navîn ne rawestihane û ji ber vê yekê jî bê konsept mane. Herweha anî ziman ku divê kurdên Anatolîya Navîn jî xwe weke beşekî ji netewa kurd bibînin û divê partîyên kurdan jî zêde bala xwe bidin ser van kurdan. Piştre jî li ser Yekîtîya Ewropa, Tirkîyê û pirsa kurdî rawestiha û anî ziman ku heta niha jî Tirkîyê ew şertên ku Yekîtîya Ewropa danîna ber neanîne cih, û li hêla din jî Yekîtîya Ewropa jî heta niha kurdan wek muxatap qebul nakê, lê dîsan jî anî ziman ku divê yek qebul bikê ku pêvajoya muzakereyên di navbera Tirkîyê û Yekîtîya Ewropa de hin guhertin bi xwe re anîne. Dr.Nebi Kesen bi bîr xist ku pirsgirêka kurd pirseka sîyasîye û divê ev pirs di navbera Tirkîyê û kurdan de bê çareser kirin û got divê Yekîtîya Ewropa jî ji bo pêvajoyeke bi vî rengî bibê alîkar. Herweha pêşnîyar jî kir ku divê sîyasetmedarên kurd hewl bidin ku tesîrekê li ser helwesta Yekîtîya Ewropa bikin û daxwaz ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî kir ku ew jî ji dahma xwe de daxwazên kurdan bînin ziman û daxwaz ji Yekîtîya Ewropa bikin ku roleke erênî bileyîzin.
4. Prof. Haci Akman: Etnolog û Prof. Haci Akman ji zanîngeha Bergen/Norweçê axaftina xwe bi kurdî li ser dîroka çand û kultûra kurdên Anatolîya Navîn kir. Prof. Haci Akman kar û xebatên kovara Bîrnebûnê gelekî bilind nirxand û bi van gotinan anî ziman: ”Yek dikarê xebata kovara Bîrnebûnê bi kovarên kurdan ên di sedsala 20’an de muqayese bikê” û daxwaz kir ku kurd li vê kovarê xwedî derkevin. Ji ber rola dayîkan di çand, ziman û kultûra kurdî de li Anatolîya Navîn jî spasîyên xwe pêşkêşî wan kir. Prof. Akman piştî vê yekê qala muzeyana Londonê kir, ku wî demakê 4 mehan lê xebat kirîye û got ku wî li wir dît ku bê çawa çand û kultûra kurdan ji wan hatîye dizîn û talan kirin û ji dagirkeran re bûye mal. Herweha bi alîkarîya dîmenan da nîşandan ku ew li wir rastî orîjînala şerefnameyê û sembola tawisa Êzîdîyan (sembola Tawisî Melek), ku li cem Civaka Êzîdî gelekî bi qîmete, hatîye. Di berdewamîya axaftina xwe de anî ziman ku di hilm de divê her rastî bê gotin, lê got ku ew beşdarî çendîn konferansên navnetewî bûye û li wir ecem, ereb û tirk jî dîtine, lê wan carekê jî rastî li ser kurdan neanîne ziman. Prof. Akman got produksîyona çand û kultûrê gelekî pêwiste û da zanîn ku divê kurd li xwe bigerin, li haviza xwe xwedî derkevin û li ser xwe binivîsin. Wek mînak cihûyên li Îngîltera dan nîşandan. Got ev 1000 sale ku li wir dijîn, lê heta vê gavê jî nehatine asîmîle kirin. Çima, ji ber ku wan haviza xwe parastîye, li xwe gerihane û li ser xwe nivîsandine. Got mûzeyanên wan hene, ji xeynî vêca pirtûkxaneyên wan. Prof. Akman bi bîr xist, ku muzeyanên Ewropa ku zêde di derbarê kurdan de tişt lê hene evin: London, Paris, Moskow, Berlin û Norwêc (Stavanga).
5. Ali Çiftçi: Weşanger û berpirsyarê kovara Bîrnebûnê, Ali Çiftçi wek her demê axaftina xwe bi kurdî kir û axaftina wî jî hemû li ser astengî, zordarî û asîmîlasyona li ser zimanê kurdî bû. Ew jî pêşî bahsa kar û xebata kovara Bîrnebûnê kir, li ser girîngîya wê sekinî û daxwaz kir ku kurd lê xwedî derkevin, bixwînin, bidin xwendin û tê de binivîsînin. Piştre jî bi berfirehî sîyaseta dagirkeran a li dijî zimanê kurdî bi bîr xist û got ku wextê ku dijmin bixwazê miletekî têk bibê, berîya her tiştî dest tavêjin zimanê wî miletî û heta ku ji wan tê dixwazin di her warê jîyanê de têkevin nava wî miletî ta ku wan asîmîle bikin. Got tiştê ku hatîye û tê serê kurdan jî her eve û da nîşandan ku heta li Ewropa bi xwe jî ketina nava kurdan û hewl didin ku wan asîmîle bikin, û got ku mixabin gelik kurdên me jî îro bi zarokên xwe re bi tirkî diaxivin. Eva jî malkambaxîye. Alî Çiftçî di derbarê perwerdeya zimanê kurdî li Swêdê agahdarî dan, gelik nîmûne ji welatên Ewropa dan bê çawa kesên di rewşa kurdan de perwerdeya bi zimanê xwe dibînin û da zanîn ku heka ku kurd bi kêrhatî bin, ev derfet ji bo wan jî hene.
6. Bilal Inekçî: Cîgirê serokê şaredarîya bajarê Ishøj’ê Bilal Inekçî jî di destpêkê de mêvan bi kurdî silav kirin û axaftina xwe bi tirkî berdewam kir. Axaftina Bilal Inekçi bi giştî li ser kar û xebatên şaredarîyê bû.
Piştî axaftinan û navbereke kurt, mêvanan pirsên xwe kirin û axaftvanan jî ew bersivandin. Piştre jî ji bo beşdarvanan xwarin û vexwarin hate dayîn. Êvarî jî li gel muzik û awazên kurdî sohbet berdewam bû.
Yilmaz Yildiz
Dema Nû/Kopenhag